Berteka li dijî êrişa sîber a li ser NÛJINHA’yê: Em gavan paşde navêjin
Edîtora NÛJINHA’yê Arjîn Dîlek Oncel diyar kir ku bi êrişa sîber a li ser NÛJINHA’yê tê xwestin ku dengê jinan bê birîn û got, “Em gavan paşde navêjin.” Seroka MKG’ê Roza Metîna jî got: “Ji bo qêrîna jinan neyê bihîstin, çapemeniya jinê tê hedefgirtin.”
- 09:22
Ji her derê Kurdistanê kevir kom kir: Ev jî evînek e
Yusuf Oruç ê ku nêzî 30 sal in ji gelek bajarên Kurdistanê kevir berhev kiriye û bi vî rengî ji bo wî şîroveyê te “Kurdistan aniye cem hev” tê kirin, diyar kir ku xeyala wî ew e ku kevirek ji Îmraliyê jî di nava koleksiyona wî de hebe.
- 09:20
Gulistan Atasoy: Divê demokrasî ji xwecîhî ve bê avakirin
Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî ya DEM partiyê Gulistan Atasoy bal kişand ser giringiya rêveberiyên xwecîhî di avakirina aştiyê de û diyar kir ku bi xebateke birêxistinkirî aştî û demokrasî dikare were avakirin.
- 09:13
Endamê PJAK'ê Moeini: Divê bingeha Îranê bi hişmendiyeke demokratîk were avakirin
Endamê Konseya Serokatiya PJAK'ê Siamand Moeini diyar kir ku pêdiviya gelên Îranê bi yekitiyeke piralî heye û got: “Yekitiya gelan û bingeha nû ya Îranê ya pêşerojê divê bi hişmendiyeke demokratîk were avakirin.”
- 09:09
Demîr ê OHD’î: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê mekanîzmaya pêwîst bê avakirin
Yakup Demîr ê OHD’î diyar kir ku divê Komîteya Wezîran (KW) ya Konseya Ewropayê (KE) li ser Tirkiyeyê ku 12 sal in biryara “mafê hêviyê” bi cih nayîne mueyîdeyan bisepîne. Demîr destnîşan kir ku ger statuya Abdullah Ocalan bi rêya pêkanîna ‘mafê hêviyê’ bê diyarkirin, dê pêvajo bi pêşve biçe.
- 09:06
- 09:00
Li Îranê di neh rojan de herî kêm 49 girtî hatin darvekirin
Kampanya "Sêşema ji darvekirinê re na" li dijî cezayê darvekirinê yê li Îranê li seranserê welêt çalakiyên xwe dewam dike.
- 15:09 09
Diyar Koç ê hedef hatibû nîşandanê hat berdan
Diyar Koç ku di çalakiyên ji bo Rojava de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û bi hedef nîşandanê hatibû girtin di danişîna doza xwe ya ewil de hate berdan.
- 14:15 09
Tulay Hatîmogûllari: Divê rol û mîsyona birêz Ocalan bê mîsogerkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nexşereyek ji bo pêvajoyê daniye û got: “Heyeta me jî bi AKP'ê re hevdîtin kir û xwest demildest çarçoveya qanûnî bê çêkirin. Beriya Meclis bikeve betlaneyê divê çarçoveya qanûnî bê çêkirin.”
- 14:09 09
Nûçegihanên me beraet kirin, li rojnamevan Alayûmat ceza hat birin
Di doza rojnamevanan de, nûçegihanên me Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan beraet kirin û li rojnamevan Erdogan Alayûmat sal û 3 meh ceza hat birin.
- 13:11 09
Hevseroka SGDF'ê Berfîn Polat hat berdan
Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat di danişîna yekemîn de hate berdan.
- 12:45 09
82 Xelatgirên Nobelê ji bo 'mafê hêviyê' bang li Konseya Ewropayê kirin
82 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin bangeke din li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin û jê xwest, ku ji bo bicihanîna "mafê hêviyê" yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên şênber biavêje.
- 12:25 09
Bahçelî: Du rê li ber CHP'ê ne
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku di komcivîna partiya xwe de axivî, diyar kir ku du rê li benda CHP'ê ne û got ku ya dê meseleya xwe ya navxweyî bi hiqûqê û aqlê selîm çareser bike an jî wê girêka ku bi destê xw eçêkiriye bike barekî nû li ser milê gel.
- 12:07 09
Dê Kemal Kiliçdaroglû tevlî komcivînê nebe
Kemal Kiliçdaroglû ku bi biryara "Batalkirina teqez" wekî Serokê Giştî yê CHP'ê hatibû tayînkirin, biryar girt ku dê di komcivînê CHP'ê de neaxive.
- 11:36 09
Li Xana Axparê qeza çêbû: Gelek kes birîndar bûn
Li navçeya Xana Axparê di qezaya trafîkê de gelek kes birîndar bûn.
- 11:11 09
Alîgirên Ozel û Kiliçdaroglû li ber hev rabûn
Alîgirên ji bo Ozel û Kiliçdaroglû hatin Meclisê, li ber hev rabûn. Alîgirên Ozel banga "kongreyê" kirin.
- 10:51 09
Bertek li dijî Rahmî Koç: Şaredariyê stendina wesayîtan betal kir
Şaredariya Peyasê ji ber gotinên zayendparêz ên Rahmî Koç ên li hemberî jinên Kurd, ragihand ku pêvajoya stendina wesayîtan a ji Otosanê betal kiriye.
- 10:30 09
Helîkoptereke DYA'yê li nêzî Tengava Hurmuzê ket
Hat diyarkirin ku,- helîkoptereke Apache ya artêşa Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ketiye xwarê. Sedema qezayê hîn nehatiye tespîtkirin.
- 10:09 09
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 14 kes hatin kuştin
Di êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê de li başûrê Lubnanê herî kêm 14 kes hatin kuştin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
- 09:51 09
Şêniyên Havaçorê bi salan e ji bo ceyranê têdikoşin
Şêniyên gundê Havaçor ê Pulurê, bi salan e ji bo ku ceyran bigihîje gundê wan têdikoşin. Alî Hayiroglu diyar kir ku Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Firatê ji bo her malekê 100 hezar TL xwestiye.
- 09:07 09
Yilmaz ê DBP’î : Divê bi perspektîfa mafên mirovan nêzî mafê hêviyê bibin
Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Parêzer Umut Yilmaz got: “Mijara ku em jê re dibêjin mafê hêviyê, li şûna ku di qadên navneteweyî de bibe mijara bazarê, divê bi perspektîfa mafên mirovan ji cihekî berfirehtir bibe mijara şîrovekirinê.”
- 09:04 09
Hevserokê ÎHD’ê Aydin: ‘Mafê hêviyê’ nabe mijara bazarê
Hevserokê ÎHD’ê Cîhan Aydin anî ziman ku Tirkiye û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara "mafê hêviyê" de xemsariyê dike û got: "‘Mafê hêviyê’ mafekî bingehîn ê mirovan e. Hûn nikarin bikin mijara bazarê."
- 09:03 09
- 09:00 09
Ji TevÇandê têkildarî êrişên li ser Hozan Diyar daxuyanî
TevÇand a Ewropayê der barê "bûyera alayê" de ku di 6'ê Hezîranê de li konsera hunermend Hozan Diyar a li Stuttgart a Almanyayê qewimî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
- 20:54 08