DEM Partiyê li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang kir

Parve bike:
ÎZMÎR - Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin di daxuytaniyê li Basmaneyê de axivî û got: “Em ji bo ked, aştî û demokrasiyê gelê Îzmîrê vedixwînin qadan.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê têkildarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li Bamaneyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek welatî beşdar bûn de Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axivî û ev tişt got: “Divê edalet û wekhevî bibe dirûşma têkoşîna xizan û kedkaran. Em ê bi hemû gelê xwe re bi awayekî di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Em ji bo ked, aştî û demokrasiyê gelê Îzmîrê vedixwînin qadan.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ya ku dê li Qada Gundogdu bê lidarxistin, pelavok hatin belavkirin.