Xelk ji ber aboriyê bi gazinc e: Sedema vê bihatiyê Erdogan e

Parve bike:

MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîzê hem esnaf hem jî welatî ji bihatiya heyî nerazî ne. Welatî dibêjin; sedema vê krîza aborî Erdogan e. 

 
Ji ber polîtîkayên xelet ên îktîdarê, li Tirkiyeyê gel di mijara pêşwazîkirina pêdiviyên xwe yên sereke de jî zehmetiyan dikişîne. Yek ji derdora herî zêde ji krîza heyî bandor dibe jî esafên bazarê û karkerên bi heqdestê rojane dixebitin. Esnaf û welatiyên navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji ajansa me re axivîn û gotin: “Êdî em dibêjin her sal xwezî bi par. Êdî em nikarin tiştekî bikirin ji ber ku gelek biha ye. Sedema vê bihabûnê jî Erdogan e. Heke îktîdar biguhere dê pergal hinek sererast bibe.” 
 
MA / Mehmet Guleş