Kesayeteke hemû jiyana xwe ji bo Kurdî terxankirî: Mehmet Emîn Bozarslan

Parve bike:

AMED - Mahmût Bozarslan, biraziyê nivîskar, zimannas û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan, got ku apê wî ji bo ku Kurdî di hemû qadên jiyanê de were axaftin têkoşiyaye.

Nivîskar, zimannas û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan di 9'ê Sibatê de di 92 saliya xwe de li bajarê Uppsala yê Swêdê ku 48 salan li wir jiya, koça dawî kir. Bozarslan ku bi xebatên xwe yên li ser alfabeya Kurdî, ferheng û gelek wergerên xwe tevkariyên girîng di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de kir, zêdetirî 50 berhem li pey xwe hişt. Bozarslan ku di sala 1934'an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû, perwerdehiya medreseya kevneşopî wergirt. Bi hewldanên xwe Tirkî û xwendin û nivîsandinê fêr bû û piştî ku di azmûnên derveyî de derbas bû û di sala 1956'an de bû muftî. Lêbelê, ji ber nivîsên xwe yên rexnegir du caran ji karê xwe hat dûrxistin.
 
BINÇAVKIRIN, GIRTIN Û SIRGUN
 
Di sala 1968'an de, Bozarslan bi berhema xwe ya "Alfabeya Kurdî" (Alfabe) di dîroka Tirkiyeya nûjen de tiştekî bêhempa kir. Lêbelê, di roja ku pirtûk hat weşandin de hat desteserkirin û Bozarslan bi tohmeta "cudakariyê" hat girtin. Piştî memoranduma leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê ew dîsa hat girtin û heta sala 1974'an di girtîgehê de ma. Kurê wî, Ganî Bozarslan, di Gulana 1977'an de li Stenbolê hat kuştin. Sûcdar hîn jî ne diyar in. Bozarslan ku gefên kuştinê lê dihatin xwarin û bi pêvajoyên darizandinê re rû bi rû mabû, neçar ma ku di sala 1978'an de koçî Swêdê bike. Di salên xwe yên li sirgûnê de, bi rêya Weşanxaneya Dengê ku wî damezrandibû, wî berhemên bingehîn ên wêjeya Kurdî rizgar kir bi nivîsandina wan bo tîpên Latînî yên nûjen.
 
'BI HESRETA WELATÊ XWE KOÇA DAWÎ KIR'
 
Mahmût Bozarslan destnîşan kir ku apê wî heta 92 saliya xwe bê westan ji bo ziman û çanda Kurdî xebitiye û got: "Di 92 saliya xwe de koça dawî kir. Jiyana xwe ji bo ziman û çanda Kurdî terxan kir. Li medreseyê xwend. Piştre bû muftî. Dema ku di vê wezîfeyê de bû, ji bo pêşxistina zimanê Kurdî xebitî. Alfabeya Kurdî wergerand alfabeya Latînî û heta 91 saliya xwe xebata xwe domand. Min di sala 2017'an de serdana wî kir. Bênavber dixebitî. Serê sibê dest bi karê xwe dikir û heta derengiya şevê berdewam dikir. Plan dikir ku pirtûka xwe biqedîne û vegere bajarê xwe. Piştre pandemiyê dest pê kir. Bi hesreta welatê xwe koça dawî kir."
 
 
‘DIXWEST LI HER DERÊ JIYANÊ BI KURDÎ BÊ AXAFTIN'
 
Bozarslan destnîşan kir ku daxwaza Bozarslan pêşxistina zimanê Kurdî bûye û heta nefesa xwe ya dawî ji bo vê yekê xebitiye û got: "Wî dixwest ku li her derê jiyanê, li malê, li bazarê, bi Kurdî were axaftin. Wî jiyana xwe ji bo gelê Kurd û zimanê Kurdî terxan kir."
 
Bozarslan destnîşan kir ku apê wî, tevî polîtîkayên zordar ên dewletê jî, di bin şert û mercên dijwar de zimanê Kurdî gihandiye gelê Kurd û got: "Kurê wî bi sûcekî nediyar hat kuştin. Ew bi xwe hat girtin. Gelek caran bi sirgûnkirinê re rû bi rû ma. Gefên kuştinê lê hatin xwarin. Tenê ji ber ku li ser Kurdî dixebitî, van hemûyan dît. Ger koçî Swêdê nekira, dê bi xetereya kuştinê re rû bi rû bimaya. Di dema muftîtiyê de, hevalên wî yên ku îmam bûn kovarên Kurdî dixistin nav kîsikan û gund bi gund diçûn û Kurdî fêrî gel dikirin. Ew kesê ku kovar dida hevalên xwe bû. Heta roja ku mir, ji bo pêşxistina zimanê Kurdî têkoşiya. Em ê li ser şopa wî bimeşin."
 
MA / Fethî Balaman