Li Amedê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî dê şîn bê danîn

Parve bike:

AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê li Amedê ji bo helbestvaê Kurd Ehmed Huseynî şînê deyne.

 
Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku duh jiyana xwe ji dest da, 2 rojan li Amedê şînê deyne. Li komeleyê têkildarî şîna ku dê 12-13’yê Adarê de bê dayîn, bi beşdariya nivîskar, helbestvan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê civakî daxuyanî hate dayîn. Omer Fîdan di daxuyaniyê de axivî û got: “Huseynî pêşengê Kurdî bû, ev yek me pir xemgîn kir. Em ê li ser rêya wî bimeşin. Ji zaroktiya xwe heta roja dawî jiyana xwe ji bo Kurdî têkoşînekî mezin da. Em ê xwedî li derkevin. Biçûya ku ew der dikir Kurdistan û pêşengiya Kurdî dikir. Bû damezînerê gelek saziyan. Em sibê û dusibê ji bo bibîranîna wî li vir şînê deynin. Em li benda hemû dostan in.”
 
JI BO GELÊ KURD WINDAHIYEK MEZIN E
 
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî diyar kir ku têkoşîna Huseynî ji bo gelê Kurd pir girîng bû û wiha axivî: “Mirina wî em gelek xemgÎn kir. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin. Em ê li vir 2 rojan ji bo bibîranîna wî şînê deynin. Ew dengê gel û wêjeya Kurdî bû. Ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e. Bila serê gelê Kurd sax be.”
 
Şîna Huseynî dê di 12-13’yê Adarê de li komeleyê bê danîn.
 
EHMED HUSEYNÎ KÎ YE?
 
Ehmed Huseynî: Ev demek bû tedawiya penceşêrê dibû û li Swîsreyê jiyana xwe ji det da. Di sala 1955’an de li bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû û li vir dibistana seretayî xwend. Huseynî ji bo perwerdehiya zanîngehê çû Şamê û beşa felsefeyê xwend. Lêbelê rejîmê destûr neda ku ew dîplomeya xwe bikar bîne. Ehmed Huseynî di sala 1989'an de neçar ma ku koçî Swîsreyê bike. Di tevahiya jiyana xwe de, ew bi helbest û wêjeyê re mijûl bû û gelek bername çêkirin, bi taybetî ji bo ROJ TV'yê.
Nûçeyên Têkildar
Agirê Jiyan dê strana xwe ya nû ‘Newroz’ê cara yekem li Amedê bistrê
Agirê Jiyan dê strana xwe ya nû ‘Newroz’ê cara yekem li Amedê bistrê

Endamên koma Agirê Jiyan ên ku xwe bi ruhê salên 92’yan ji bo Newroza Amedê bistrên amade dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê aştî û diyalogê derkevin pêş û gotin: “Dengê aştiyê bilind dibe.”

Li dijî bişaftinê bi rapa Kurdî zimanê xwe diparêze
Li dijî bişaftinê bi rapa Kurdî zimanê xwe diparêze

Hunermendê rapê yê Kurd Barody bi rêya muzîka rapê hewl dide çanda Kurdî û zimanê Kurdî zindî bihêle. Barody ku ciwanan li dijî asîmîlasyonê hişyar kir, muzîka rapê wekî amûrek ji bo rexneya civakî û xurtkirina nirxên çandî bi kar tîne.

Tecrûbeyên rojnamegerên Kurd kir pirtûk
Tecrûbeyên rojnamegerên Kurd kir pirtûk

Rojnamegera îranî Zahra Kamalî teza xwe ya doktorayê li ser tecrûbeyên rojnamegerên Kurd ên li Kurdistan û dîasporayê dijîn amade kir û bi navê “Xebateke Etnografîk a Têkildarî Jiyana Rojane ya Rojnamegerên Kurd û Tecrubeyên Wan ên Pîşeyî” nivîsand.

Dê Kirmanckî nemîne: Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye
Dê Kirmanckî nemîne: Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye

Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Hacî Ozkal, îşaret bi girîngiya axaftina zimanekî ji bo zindîmana wî kir û diyar kir ku Kirmanckî di nav 20 salan de bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye û got: "Ev pêvajo ji bo zimanê me meseleya man û nemanê ye."

Kovara xêzeromanê ya bi Kurdî ‘Bajar’ dest bi weşanê kir
Kovara xêzeromanê ya bi Kurdî ‘Bajar’ dest bi weşanê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya pêşxistina zimanê Kurdî de kovara xêzeromanê “Bajar” bi awayekî dijîtal weşand.