DÊRSIM- DAD'ê ji bo zarokan atolyeya Kirmanckî da destpêkirin ku armanca wê zindîhiştina Kirmançkî û veguhastina wê bo nifşên pêşerojê ye. Hasan Alî Kiliç ê ku atolyeyê bi rê ve dibe, got: "Tiştê ku divê em bikin ew e ku em vê mîrateyê ji zarokên xwe re bihêlin."
Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) li Dêrsimê bi armanca zindîhiştina Kirmanckî, veguhestina wê ji nifşên pêşerojê re û teşwîqkirina bikaranîna wê di jiyana rojane de, ji bo zarokan atolyeyekê li dar dixe. Kirmanckî di Atlasa Zimanên Cîhanê yên di Xetereyê de ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de di nav zimanên ber bi tunebûnê ve de ye. Windabûna Kirmanckî her wiha dibe sedema zêdebûna asîmîlasyonê û hilweşîna çandî.
Komxebata ku ji hêla DAD'ê ve dê ji bo zarokên 6 heta 13 salî bê lidarxistin, perwerdehiya pêşxistina kapasîteya axaftinê bi rêya rahênanên pratîkî, ligel kapasîteya xwendin û nivîsandinê pêşkêş bike. Atolyeya ku dê li avahiya DAD'ê bê lidarxistin, dê her Duşem û Çarşemê saet 10:00'ê sibehê heta dawiya Tebaxê pêk were. Qeydên ji bo komxebatê didomin.
Hevserokê Komeleya Çand û Hevgirtina Dêrsimê ya Îzmîrê û mamosteyê atolyeyê Hasan Alî Kiliç, banga beşdarbûnê kir.
'EV KÊMASIYA ME HEMÛYAN E'
Kiliç anî ziman ku Dêrsim warê Xizir û cihên pîroz e û wiha got: "Felsefeya Rêya Heq li van axan derket holê. Mezinên me ev felsefe li vir parastin û ew wekî mîrateyekê ji me re ma. Werin em vê mîrateyê bidin jiyandin û veguhêzînin zarokên xwe. Em dikarin vê felsefeyê herî baş bi rêya zimanê xwe yê zikmakî bidomînin; lewma divê Kirmanckî li ser axa Dêrsimê geş bibe û pêş bikeve. Di salên dawî de, zimanê me hatiye paşguhkirin û têra xwe nayê axaftin. Ev kêmasî ya me hemûyan e, ya gelê Dêrsimê ye. Em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî napeyivin. Ji ber vê yekê, em dixwazin di mehên havînê de, dema ku dibistan girtî ne, zimanê xwe yê zikmakî hînî zarokên xwe bikin. Ev mîrate berpirsiyariyeke li ser milê me ye û erkê me ew e ku em wê veguhêzînin zarokên xwe."
Kiliç got: "Me ji bo roja yekem dersa matematîkê jî hebû, lê zarokan xwest ku li şûna wê dersa zimanê dayikê bidomînin. Bi kêf û coş beşdarî dersê bûn. Ziman nasname û çandê temsîl dike; bê ziman, mirov nasnameya xwe winda dike. Em bi zimanê xwe dîrok, çand, bawerî û nasnameya xwe zindî dihêlin. Zimanê dayikê ji bo her nasnameyê girîng e û Kirmanckî ji bo me girîng e. Zarokên me geş in, mîna ronahiyê dibiriqin; ew her tiştê ku em fêrî wan dikin fêr dibin. Di roja yekem a dewreyê de, min xwezaya zimanê xwe da nasîn û alfabeyê fêr kir. Pir kêfxweş bûn. Ji ber vê yekê, divê her kes li malê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê dayikê biaxive."
Zarokên ku beşdarî kursê dibin gotin: "Zone ma qeseke, zone ma weso (Werin em bi zimanê xwe biaxivin, zimanê me bedew e)".
MA / Ugurcan Boztaş