Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn 2025-05-17 11:39:13 MÊRDÎN – Hevalê Çaran ê heman kawûşê Ferhan Turk diyar kir ku çalakiya wan bandoreke mezin li Kurdan kir û wiha got: “Eger ew heval îro li me temaşe dikin, wê bêjin ku fedakarî û hewldanên wan vala neçûne.” Di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de Girtîgeha Hejmar 5 ya Amedê bi îşkence, kuştin û darvekirinan bû rojev. Di 17’ê Gulana 1982’an de Çaran ango; Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner li Girtîgeha Amedê bedena xwe dan ber agir û 43 sal ser çalakiya wan re derbas bû.    Şeva 17’ê Gulanê li ser niftikan navê xwe nivîsandin û piştre bedenen xwe dan ber agir û ji hevalên xwe yên xwestin agir vemirîn re gotin; ‘Agir gur bikin, kesên bi avê bitefînin îxanetkar in’. Li pişt xwe nivîsek hiştin û gotin; “Divê teqez ev çalakî ji gel re were vegotin. Ev berdewama çalakiya heval Mazlûm e. Em şopdarên Mazlûm in, divê çalakiya me baş bê fêmkirin. Ev çalaki li hemberî îxanet, teslimiyet û zextan e.”   Sîyasetmedar Ferhan Turk ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li gel Çaran girtî mabû, çalakiya Çaran û geşedanên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.   WÎ PÊŞENGÎ JI TÊKOŞÎNÊ RE KIR    Turk diyar kir ku beriya were girtin jî Ferhat Kûrtay nas dikir ji ber ku wê demê rêveberê Daîreya Elektrîkê ya Tirk (TEK) bû û Kûrtay weke 'şexsekî bêqisûr' pênase kir. Turk wiha axivî: "Ferhat biçûya ku derê bi nêzîkatî û helwesta xwe kes li dora xwe kom dikir. Em jî bi siyasetê re eleqedar bûn, lê ji ber bavê me û melayên dihatin gundê me, em nêzî PDK'ê bûn. Piştre em rastî Apociyan hatin. Nêzîkatî û tevgera wan her kes li dora xwe civand. Ji bo pêşerojê bawermend xuya dikirin û bi baweriya ku dikarin pêşengtiyê bikin di dilê her kesî de cih girtin. Ez jî yek ji wan kesan bûm ku ji vê bawer dikir." Turk, da zanîn ku piştî 3 hevalên wan û 3 leşker di pevçûna gundê wan de jiyana xwe ji dest dan bi komekê re hatin binçavkirin û anî ziman ku ew li banliyoya leşkeriyê hatine bicihkirin û hevalê wî ji ber derbên lê ketine jiyana xwe ji dest daye   ŞEVA ÇALAKIYÊ    Turk anî ziman ku ew yekemcar bi kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan re li hucreyê hatine bicihkirin û got, "Hayrî di heman demê de mirovekî nazik ê mîna Ferhat bû. Hayrî jî ji min hez dikir. Piştre em bi hev re şandin Bloka 5’emîn. Dema em li girtîgehê bûn, darbeyeke leşkerî rû da. Di destpêkê de ti zext nebûn, lê piştre zextan dest pê kirin û Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan birin cihekî din. Bi Ferhat Kûrtay re em xistin hucreyê. Esat Oktay hatibû. Li her dere êdî teror dihat meşandin. Meşa wan jî teror bû, bangên wan, axaftinên wan jî teror bû. Xwe weke ' Xwedê ' îlan kir. Kesî nas nedikir. Her tişt di destê wî de bû. Bi qasî ku ji dest me dihat me li ber xwe dida. Piştî ku Ferhat çû dadgehê şehadeta Mazlûm Dogan bihîst. Dema hat digot pêwîst e çalakiyek bê kirin. Lê me qet texmîn nekir ku wê çalakiyeke bi vî rengî bikin. Ferhat beriya çalakiyê pirsa 'Bersiveke bi çi rengî dikare bê dayîn?' Min jê re got ku ji bilî komkirina nivînên ranzeyê li qawîşê, agir pêxistin û yek bi yek xwe avêtina nava wan, ti vebijêrkên me yên din tinebûn. Ya rast, rêyeke din a berxwedanê tinebû. Wê êvarê me kom kir û got pêwîst e em ji hev hez bikin, zext heta hetayê nedomin û em piştgiriya hev bikin. Lê qet negotin ku wê çalakiyeke bi vî rengî pêk bînin.”   'TARÎTÎ RONÎ KIRIN'    Turk anî ziman ku gelek kesan peyamek ji çalakiya Mazlûm Dogan wergirtine û got, "Divê rêyek bihata vekirin. Çaran jî ew rê vekir. Wan rê bi rê ve birin. Çawa ku Mazlûm Dogan bi sê niftikan rê vekir, çalakiya wan jî tarîtiya li ser Kurdan ronî kir. Her çend berê qedexe bû jî em li hev civiyan û nêzî du saetan em axivîn. Dema em serê sibê hişyar bûn, agir û dûman her tişt dorpêç kiribû. Mîna cihê qiyametê bû. Pace dişikestin, dirûşme dihatin berzkirin. Dema ku zilm hebe, bêguman wê li dijî wê berxwedan jî hebe. Her wiha di nava pêvçûnan de dirûşme berz dikirin. Çar kesan di heman demê de xwe dan ber agir. Çar kes tên cem hev, destê hev digirin û ji bo biryareke bi vî rengî bidin, bi baweriyeke mezin rûnên. Mirov tenê dikare heyranî wan kesan be ku di serdemeke wiha de çalakiyeke wiha pêk anîn. Bi rastî jî çalakiya wan ronîbûneke mezin bi xwe re anî. Dema mirovên bi vî rengî derdikevin holê, mirov cesaretê jî bi dest dixin."   'BERDÊL VALA NEHATIN DAYÎN'    Turk destnîşan kir ku tişta PKK mezin kir û anî vê noqteyê ne tenê fedekariyên di serî de berxwedana Girtîgeha Amedê ya hejmar 5 e û wiha berdewam kir: "Ew berxwedan bû mînakek mezin. Bawerî dida mirovan. Di nuqteya em gihaştine roja îro de, dema dewlet dibêje, 'îro diqede, sibe diqede', 50 sal derbas bûn. Kir ku hebûna Kurdan bê qebûlkirin. Ne qediya ye û îro jî Serok Ocalan bersiv da banga Devlet Bahçelî. Eger di sala 1993'an de dema ji bo aştiyê gav bihata avêtin bersiv bihata dayîn, ewqas xwîn nedihat rijandin. PKK'ê îro tişta ku dikeve ser milê xwe kiriye. PKK'ê kongreya xwe di nava şert û mercên zehmet de pêk anî. Diviyabû dewletê di rastiyê de gavên ji bo hêsankirina vê biavêta, pêwîstî pê hebû ku hembêza xwe veke. Tevî zor û zehmetiyan jî kongre pêk hat, biryar hatin girtin û banga Rêbertî hat heskirin. Her kesî giraniya Serok careke din dît. Nîşan da ku teslîmiyet nîne û em dikarin di nava biratî û aştiyê de li hev bicivin. Eger ew heval îro li me temaşe dikin, wê bêjin ku fedakarî û hewldanên wan vala neçûne. Dibînin ku yên mîrateya xwe hildigirin hene."      MA / Ahmet Kanbal