Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje 2025-05-20 10:29:10 AGIRÎ - Dayika Sema Yuceyê, Zennûre Yuce diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan nas kirin heta niha di rêya wî de dimeşin û got: “Em îro jî bi wî re ne. Wî çi gotibe em qebûl dikin.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştgiriya ji bo banga Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Zennûre Yuce (76) ku keça wê yek ji navên sembol ên PKK’ê ye, diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan nas kirin heta niha di rêya wî de dimeşin û her tiştê Abdullah Ocalan dibêje qebûl dikin.    Zennûre Yuce, da zanîn ku malbata wan ji sala 1984’an heta niha her tim li cem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cih girtiye û got: “Di vê têkoşînê de dayikên ku 4 zarokên xwe winda kirin hene. Tevî êşên hatine kişandin jî dayikên Kurd ji têkoşînê paşvegav neavêtin. Pêwîst bike dê 100 salên din vê têkoşînê bidomînin. Ji ber ku êşên me mezinin, em naxwazin tu dayikên din van êşan bikişînin. Di dîrokê de gelek serhildan çêbûn lê tu ji wan bi qasî PKK’ê li ber xwe nedan. Di serhildana PKK’ê de me bedelên giran dan. Lê ji ber van bedelan tu caran poşmaniya me çênebû. Ew bedelên me dayin, nirxa me dida gelê xwe û rêberê wê bû. Dema bi tank, top û balafiran li dijî Kurdan êriş dikirin, gelê Kurd ev 50 sal in li ber xwe dide. Di rewşa heyî de qala aştiyê tê kirin.”    'RÊBERÊ ME ÇI BIBÊJE EM PÊ RE NE’   Bi domdarî Zennûre Yuce diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan nas kirine heta niha her tim di rêya wî de dimeşin û ev tişt anî ziman: “Ji roja em rêberê xwe nas dikin heta niha çi gotibe em di rêya wî de meşiyan. Em îro jî bi wî re ne û di rêya wî de ne. Ew çi bibêje em qebûl dikin. Heke ji bo avakirina civaka demokratîk berdana çekan guncav dîtibe, em tevek bi wî re ne. Carnan ji tiştên biçûk gelek serkeftinên mezin tên bidestxistin. Lewma di pêvajoyên wiha hesas de hewceye her kes li gotina xwe hişyar be. Nizanim dê pêvajo çawa pêş bikeve lê Rêberê Gelê Kurd çi bibêje divê em lê guhdar bikin.”    'BAWERIYA ME BI TIRKIYEYÊ NAYÊ, BILA GAVAN BIAVÊJE’    Zennûre Yuce bang li dewletê kir û got: “Em dilsozên ol, doz û rêberê xwe ne. Rêberê me çi bibêje em pê re ne. Lê belê baweriya me bi Tirkiyeyê nayê. Her tim hewl da me mijûl bike. Divê êdî dewlet gavan biavêje. Mîna me divê ew jî gavan biavêjin.”    'BILA DAYIKÊN KURD Û TIRK BIBIN YEK’   Zennûre Yuce, da zanîn ku di vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê dayikan û xwest ku dayikên Kurd û Tirk bên gel hev. Zennûre Yuce, got ku dema wekheviya gelan çêbû, wê demê dê şer jî bi dawî bibe.    SEMA YUCE KÎ YE?     Sema Yuce ku weke “Keça serhildanê ya Araratê” tê zanîn, di sala 1971’ê de li gundê Qerxelixa Jêrê ya navçeya Dutaxê ya Agiriyê ji dayik bû. 6 xwişk û bira bûn û Sema Yuce, dibistana seretayî û navîn li Dutaxê temam kir. Dibistana amadehî jî li navenda Agiriyê xwend. Di sala 1988’an de Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) qezenc kir. Dema di pola 3’yan de, ji ber zextên dewletê di sala 1991’ê de tev li refên PKK’ê bû. Sema Yuce, di havîna sala 1992’yan de dema tevî komeke hevalên xwe vedigeriya Agiriyê, di encama îxbarekê de hate girtin. 22 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Sema Yuce, di sala 6’an a girtîgehê de, di 21’ê Adara 1998’an di şeva Newrozê de li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitand. Sema Yuce ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahî ya Stenbolê. Sema Yuceyê di roja 80’an di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Piştî Sema Yuceyê jiyana xwe ji dest da, li ser navê wê gelek çîrok, helbest û stran hatin nivîsandin. Sema Yuce ku nifşê nû wê bi strana Hozan Serhat a “Keça serhildanê ya Araratê” nas dike, yek ji navên sembol ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê naskirin.    MA / Omer Akin