Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê 2025-05-21 09:01:54   WAN - Ciwanên Wanê diyar kirin ku divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.    Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê çalakî û bûyerên ku hatine destpêkirin berdewam dikin. Komele û saziyên li ser pêşxistina zimanê Kurdî dixebitin, wê heta destpêka meha Hezîranê bi wesîleya 15 'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî çalakiyên cuda lidar bixin. Ciwanan li Wanê daxwazên xwe yên têkildarî zimanê Kurdî anîn ziman.   DAXWAZÊN JI BO KURDΠ   Esnafê ciwan Bîrhat Soydan da zanîn ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û wiha got: "Pêwîste ev ziman li nexweşxane, dibistan û saziyên din bibi zimanê fermî. Ez bawer im dê Kurdî li her derê bê axaftin. Ez jî Kurd im û têm asîmîlekirin û ev min xemgîn dike. Eger ev welat welatekî demokratîk bûya, me dikarîbû bi zimanê xwe perwerde bidîta."    Ciwana bi navê Zîlan Bayik li navenda bajêr kincên herêmî difiroşe û destnîşan kir ku ji ber nebûna statuya Kurdî bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye û wiha got: "Carna ji zarokan dipirsim bê bi Kurdî çawa ne, lê nikarin bersivê bidin. Divê teqez zarok hînî kurdî bibin. Nebûna Kurdî weke zimanê perwerdeyê rê li ber windahiyên mezin vedike. Em cewhera xwe winda dikin û ev yek bandoreka pir xerab li me dike. Mesela, di xwaringehan da jî menûyên kurdan tune ne. Lazim e personelên nexweşxaneyê bi Kurdî hîn bibin. Pêwîste astengiyên li pêşiya Kurdî werin rakirin."   'DIVÊ ASTENGÎ BÊN RAKIRIN'    Samet Orhan jî xwest Kurdî bibe zimanê fermî û diyar kir ku ev daxwaza milyonan e û wiha got: "Em hêdî hêdî zimanê Kurdî winda dikin û ev yek rewşeke gelekî bi êş e. Her kes bi hev re bi Tirkî diaxive. Divê em bi tirkî jî biaxivin. Di vê çarçoveyê de beşeke mezin a mirovên li Wanê bi Tirkî diaxivin. Di encamê de em Kurd winda dikin. Em tenê tiştên ku me ji malbatên xwe bihîstine diaxivin. Çawa ku li her derê Tirkî tê axaftin, divê li her dere Kurdî jî bê axaftin. Ev yek jî ancax bi rewşa fermî û rakirina astengiyan pêkan e."      Berfîn Karaman ku bal kişand ku pêwîst e astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin û wiha got: "Her çiqas berê li ser Kurdî zext zêde bûn jî di nav xwe de mirov bi Kurdî diaxivîn. Îro ti zext nîne, lê em tenê dikarin di nava xwe de biaxivin. Em neçar dimînin li nexweşxane û dibistanan bi Tirkî biaxivin. Eger em hewl bidin bi Kurdî biaxivin jî, bersiv ji me re nayê dayîn. Eger em hewl bidin bi Kurdî biaxivin jî, em tu bersivê nagirin. Perwerdehiya kurdî, tabelayên kurdî .. Bi kurtasî em dixwazin Kurdî li her derê bibînin. Ez dixwazim mîna Kurdekî bijîm.”   Îsmaîl Yilmaz wiha got: "Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe fêr bibin. Dema me ewilî dest bi dibistanê kir, bi Tirkî hînî me kirin lê kirin ku em Kurdî ji bîr bikin. Heta niha jî zarok bi Kurdî nizanin. Bi qasî ku ji dest min tê hewl didim bi muwekîlên xwe re bi Kurdî biaxivim. Eger ev pêvajo bi ser bikeve, em dikarin destketiyên mezin bi dest bixin. Bi taybetî li nexweşxaneyan divê li saziyan Kurdî bê axaftin. Ji ber ku mirov gelekî li ber xwe didin. Divê dibistanên Kurdî, zanîngeh û dibistanên ziman bên vekirin."