Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê 2025-05-21 11:30:22   ÎZMÎR - Serokê Weqfa Azadiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku divê rewşenbîr, rêxistinên civakî bibin kirdeyên pêvajoyê.   Piştî “Banga Aştî û Civaka Demoratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 5-7’ê Gulanê de PKK’ê kongreya 12’mîn li dar xist û biryara “bidawîkirina xebatan" da. Piştî biryarê, her kes li benda gavên ku dê îktîdar biavêje ma. Di vê navberê de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û CHP’ê banga damezrandina komîsyonê li Meclisê kirin. Gelek saziyên civakî, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan ji bo piştgiriyê aştiyê daxuyanî dan. Daxuyaniyên ji bo aştiya civakî bi navê “Azadî û Demokrasî Ji bo me Hemûyan”, “Komek Rewşenbîrên Misilman” û Forumên Aştiyê hatin lidarxistin. Xala hevpar a parêzvanên mafên mirovan û yên aştiyê, rewşenbîr û ronakbîran der barê piştgiriyê û gavavêtina desthilatê bû.   Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, erka saziyên civakî, rewşenbîr, nivîkar û hunermendan nirxand û bibîr xist ku gelek daxuyanî dane û ji 7’ê Kanûnê heta niha 3 komxebat û gelek panel û civîn lidarxistine. Tahmaz, diyar kir ku bi gelek partiyên siyasî û saziyan re hevdîtîn kirine û got: “Ya em dibînin ew e ku Tirkiye sedema geşedanên li herêmê ev gav avêtiye. Dewletê li gorî xwe planek amade kir. Ev plan naşibihe pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê. Faktora herî girîng ew e ku dewlet di nava lêgerîna de ye û Abdullah Ocalan jî serdema têkoşîna çekdarî bi biryarek radîkal veguhert. Lê ya ku pêvajoyê diyar dike peyama Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bû ku tê de vedigot dê têkoşînê veguherînin zemîna siyasî û hiqûqî. Ev firsendek e dîrokî ye ji bo vî welatî, herêmê û yên têkoşîna aştiyê dikin. Ev pêvajo ji Cotmehê ve heta niha bê kêmasî rêve diçe. Tu nîşaneyek der barê xitimandinê de tune. Ji vê şûn de ya ku dê bibe mifte ji bo vekirina pêvajoyê ew e ku hikûmet di guftûgoyên bi Abdullah Ocalan re gavên dikeve para wê biavêje. Miqabilê çekdanînê divê li hemû Tirkiyeyê pêşî li siyaseta dmeokratîk bê vekirin."     ‘PÊDIVÎ BI KOMÎSYONEK RAYEDAR HEYE’   Tahmaz, ragihand ku pêvajo ne li gorî serpêhatiyên dîrokî ne, lê di wexteke kurt de nikarin qala çareseriyekê bikin. Tahmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lewre em qala rêxistineke 3-5 hezarî nakin. Li gorî hinekan 20-30 hezar kes in. Di heman deme de du qatê vê hejmarê jî li girtîgehan û penaberên siyasetmedar hene li Ewropayê. Li tu dera cîhanê pirgirêkek ku hêzên navneteweyî û welatên herêmê beşdar bûne nîn e. Gelo em qala pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê dikin an qala jinûevaavakirina Sûriyeyê dikin? Mijar ewqasî tevlihev bûye. Ji ber geşedanên li herêmê gelek aktor û welat hene dixwazin pêvajo encam nebe. Ji bo çareseriya van divê zimanê siyasetê bê guhertin. Bi zimanê şer ev tişt çareser nabe. Bi zimanekî hegemonîk û serdest ve nabe, divê zimanek ji guftûgoyan re vekirî be. Ya duyemîn divê ev pêvajo ji parlemento dest pê bike û bibe malê civakê. Bi tevdîrên îdarî ve ev pêvajo rêvenaçe, divê zemînek qanûnî û guhertinên binyadî bê kirin. Ji bo xebata pêşvebirina pêvajoyê divê Meclîs îradeyek avabike û hewcedarî bi komîsyonek rayedar li ser navê aştiyê heye.”     ‘NE LI BENDA TUNEBÛNA FIKRÎ BIN'   Tahmaz, bertek nîşanî rexneyên têkildarî biryarên kongreya PKK’ê  da û ev tişt anî ziman: "Bi gotina 'hûn hêj fikrên xwe yên diparêzin' rexne dikin. Di vê nêzikatiyê de handîkapek heye. Hûn dixwazin dawî li hebûna çekdariya PKK’ê bînin an hûn dixwazin ji hêla fikrî ve tune bibe? Li her devera cîhanê Kurd hene. Li hemû cîhanê li ser xeta polîtîk a PKK’ê hesasiyetek civakî heye. Hûn dixwazin ev fikir ji holê rabe lê tiştekî wiha dê nebe. Ji bo veguherîn hêsantir bibe, divê ziman, rê û rêbaz biguherin. Wekî Ocalan gotiye, divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Guhertinên berfireh û pêşketin, bi reformên hiqûqî pêkan e."     ‘AŞTIYA CIVAKÎ’   Tahmaz, diyar kir ku heta niha ev pêvajo bi civakê re nehatiye parvekirin û dê ev rewş nedome. Tahmaz, destnîşan kir ku bi razîbûna MHP, AKP û bi DEM Partiyê ve ev meseleye çareser nabe. got: "Li hemû navçeyên 81 bajaran mexdûrên şer û alî hene. Divê ev pêvajo têkeve rêyek ku bê nîjadperestan riza hemû kesan bê girtin. Dê çaresi wiha bibe. Gavên ji bo beşdariya kesên çek danîne di nava civaka demokratîk de jî wiha dibe. Li Tirkiyeyê rastiyek civakî heye ku li gorî helwesta rêberên siyasî nêzî aştiyê dibin divê ev bê guhertin. Ji bo vê em ne bi xwe re biaxivin bi axaftina kesên dîtir re rê vedibe. Kesên bi hevre bijîn ger ji îradeya jiyanê bawernekiribin dê bi wextê re em ê bi pevçûnên çekdarî derbasî yê siyasî bibin. Hemû civak bi aştiyê ve biserdikeve. Biryara çekdanînê ve dê atmosfera Rojhilata Navîn biguhere. Ji bo vê yekê divê bêtir bi cesaret em tebigerin û tirsa xwe bişkînin. Em vî karî li benda deshilatê an siyasetmedaran nehêlin. Di her kes berpirsyar be. Jixwe di banga Ocalan de dibêje aştiya civakî. Her kes gotin û tevgera xwe ji bo pêdiviyên aştiyê cih bîne."    ‘EM TENÊ NEBIN PIŞTEVAN DIVÊ EM BIBIN KIRDE'   Tahmaz, diyar kir ku divê her kes pirsa "Gelo ez dikarim çi bikim" ji xwe bike û axaftina xwe wiha qedand: "Di hişê dewletê de girtina çeken PKK’ê heye. Armanca aliye Kurd jî tiştek din e. Banga civaka aştî û demokrasiye dikin. Asoya deshilatê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê tune. Em dikarin vê ji nû ve dizaynkirina siyasetê û siyaseta demokratîk ve pêk bînin. Divê saziyên civakî, hêzên demokrasiye, rewşenbîr û mûxalefet li ser vê yekê lêhûr bibin. Niha pêvajo li gorî biryarên hikûmetê pêş dikeve. Divê ji vir derkeve. Ez difikirim ku em gihîştin vê astê. Ger pêvajo birêveneçe her ji aliye ve dê kesên ku bibêjin ‘xuya bû dê wiha bibe’ derkevin. Ger ev pêvajo wek a 2015 bi hêsanî bê qedandin dê berdêlên wê yên civakî û siyasî ji yên berê cuda bin. Ji bo vê divê em laşe xwe têxin ber deriyê ku ji bo aştiyê hatiye vekirin. Ger ev derî were girtin em ê gelek tiştan wenda bikin û ger vebe em ê gelek tiştan qezenc bikin. Bi rewşenbîr, saziyên civakî ve em tenê nebin piştgirê pêvajoyê em bibin kirdeyên wê. Em ê vê  ji ne bi vegotina tiştên neyînê, bi zimanê ku pêdiviyan vedibêje ve bikin.”    MA / Tolga Guney