Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir! 2025-06-13 11:06:05     ÊLIH - Civaknas Rojîn Akat bi sedema “peywira nebaş bi kar tîne” giliyê Midûra Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Êlihê kir. Piştî giliyê hatiye kirin, rêveberiya qeyûm Rojîn Akat ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir.    Di 4’ê Mijdara 2024’an de li Şaredariya Êlihê qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, Esen Tunç bû Midûra Xizmetên Jin û Malbatê. Civaknas Rojîn Akat jî bi sedema ku “peywira xwe nebaş bi kar tîne”, giliyê Esen Tunçê kir. Piştî vê giliyê, Rojîn Akat li Baxçeyê Milet ji bo paqijkirina daşirê hate peywirdarkirin.    Rojîn Akat ku di 23’yê Gulanê de li avahiya şaredariyê krîz derbas kir, di heman rojê de çû Amirtiya Navendî ya Polîsan a Şehît Hasan Gul û bi sedema “peywira xwe nebaş bi kar tîne” giliyê Esen Tunç kir.    JI BO KARÊ PAQIJKIRINA DAŞIRÊ HATE PEYWIRDARKIRIN    Piştî serlêdana sûc, Rojîn Akat li ser daxwaza Esen Tunçê li Midûriyeta Park û Baxçeyan hate peywirdarkirin. Rojîn Akat ku çû Baxçeyê Milet ê Esentepeyê, ji bo paqijkirina daşirê hate peywirdarkirin. Rojîn Akat jî got ku ew civaknas e û li dijî biryarê derket. Li ser vê yekê li ser Cadeya Diyarbakirê ji bo paqijkirina refujuyê hate peywirdarkirin.    KRÎZ DERBAS KIR    Rojîn Akatê di daxwaznameya têkildarî mobbîngê de wiha gotibû: “Ji me re dibêje ‘Tu wesfê we nîne, kê çima hûn girtine kar, hûn bi kêrî tu karan nayên, heke niha bixwazim dê we ji kar derxînim.’ Tevî ku civaknas im jî xizmeta çay û qehweyê bi min dide kirin. Her wiha karên xwe yên şexsî bi min dide kirin. di saetên derveyî mesaiyê de digere û dibêje; ‘Li saziyê çi dek û dolab digerin min agahdar bikin.’ Bi vê yekê hewl dide em giliyê hevalên xwe bo wê bikin. Tevî ku destûr da jî xwest der heqê min de girtekê bigire. Dema min îtîraz kirî jî got ‘bêedeb.’ Gelek caran bi ser min de hat. Min krîza hêrsbûnê derbas kiriye. Hevalên min ên cihê kar bangî ambulansê kirine. Dema ji odeyê derketim min dît di ambulansê de me. Ji ber sedema ‘peywira xwe nebaş bi kar tîne’ û mobbîngê li me dike, giliyê Esen Tunç dikim.”