ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da 2025-06-17 13:27:55 ENQERE - Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê ku rewşa wî kritîk e, ji bo ATK’ê serlêdan hate kirin. ATK’ê cara duyemîn rapora “Rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e” da.   Mehmet Emîn ê 73 salî, mile wî yê çepê felc e û di lîsteya nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Hewldanên ji bo tehliyeya Çam hatin kirin bê ancam man, Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora “Rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e" da.    Parêzerê Çam Nezahat Celen, diyar kir ku muwekîlê wê nexweş e û ji ber meziniya temenê wî, ragirtina wî ya li girtîgehê dê ji bo jiyana wî rewşek krîtîk çêbike. Parêzer Nezahat Celen, ji bo “Taloqkirina cezayê”  di 22’yê Nîsanê de serî li Dozgeriya Komarê ya Êlihê da. Dozgeriyê biryar da ku Çam sewqî ATK'ê were kirin. Di 7’ê Gulanê de ATK’ê rewşa Çam nirxand û Lijneya 11’mîn a ATK’ê, di 21’ê Adarê de der barê Çamê 73 salî ku berê qeyrana dil derbas kiribû, milê wî felc e û gelek nexeşiyên wî yên din hene, biryara “Bi tena serê xwe dikare li girtîgehê bimîne” da.   RAPOR LI DIJÎ RASTIYA TIBÎ YE     Malbata Çam, piştî biryarê serî li Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê û Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) Newroz Ûysal Aslanê da. Newroz Ûysal Aslan, li ser daxwaza malbatê serî li ÎHÎK’ê da. Di serlêdanê de bal kişand ser gotina di rapora ATK’ê de ku digot "Kal nîne" û destnîşan kir ku ev nirxandin ji rastiya tibî dûr e û li dijî rûmeta mirovahiyê ye.    ‘BIRYAR NE ZANISTÎ YE POLÎTÎK E’     Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Çam gelek caran qeyrana dil derbas kiriye û ev tişt hatin gotin: “ATK a ku ji bo Çam dibêje ‘rewşa kalbûnê nîne’, naveroka têgeha ‘kalbûn’ê vala kir û bi vê yekê re ji bo bêwijdaniya pergala cezayê veşêre nirxandina tibî bikar aniye. ATK, bi nirxandinên xwe yên teorîk ve rewşa mercên girtîgehan rewa dike. Ev yek jî dide xuyakirin ku ATK ji saziyek tibî bêtir, mekanîzmeyeke pergala cezakirinê ye. Biryarên ATK’ê ne zanistî ye politîk e.      DAXWAZA PISPORÊN SERBIXWE     Herwiha, di serlêdanê de ji pisporên serbixwe hat xwestin ku biçin rewşa Çam binirxînin û hat xwestin ku divê ATK ji nû ve were sazkirin, ji bo girtiyên pîr û nexweşên giran "Statûya ceza ya taybet" were destnîşankirin û ji bo şopandina van nexweşan divê li derveyî girtîgehê bin û Wezareta Dadê gavên pêwîst biavêje.   ÇI BÛBÛ?      Mehmet Emîn Çam, dema Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Sêrtê dikir, di 12’ê Kanûna 2012’an de bi îdiaya “Meclisa Bajar a KCK’ê” hate girtin. Piştî 10 mehan dîsa hate berdan. Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê îcar jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê birî. Cezayê Çam ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û di 14’ê Adara 2022’yan de hate girtin. Çam, li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 17 rojan di hucreya yekkesî de hate girtin.    Çam, di 1’ê Nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin û hat tespîtkirin ku di mejiyê wî de tumor heye. Di 27’ê Gulana 2022’yan de jî krîza dil derbas kir û anjiyo bû. Di heman demê de Çam nexweşê gurçikan e û du caran ji gurçikên xwe emeliyat bûye. Llê tevî vê jî kîstên di gurçikên wî de dîsa derketin.    Her wiha carekê jî emeliyata kataraktê bû û di çavên wî de miyop astigmat heye. Guhê wî yê rastê nabihîse, aliyê wî yê çepê felc e û bi zehmetî dimeşe.    DAXWAZÊN JI BO TEHLIYEKIRINÊ HATIN REDKIRIN    Ji bo tehliyeya Çam heta niha gelek serlêdan hatine kirin. Lê tevek jî hatin redkirin. Saziya Tipa Edlî (ATK), di 15’ê Mijdara 2024’an de ji bo Çam rapora “Dikare sexbêra xwe bike” amade kir. Di 28’ê Mijdara 2024’an de jî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Êlihê serlêdan hate kirin û serdozgeriyê bi hinceta rapora ATK’ê serlêdan red kir.    Çam, di 16’ê Nîsanê de careke din krîza dil derbas kir. Çam ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, piştî tedawiyê di 22’yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê. Parêzeran, bi daxwaza “taloqkirina înfazê” di 22’yê Nîsanê de serlêdan kiribûn.   MA / Mehmet Aslan