Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e 2025-06-18 10:03:57   NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Di serî de civaka Êzidî, ev bang ji bo hemû gelên bindest dîrokî ye. Bingeha ronesansa Êzidiyan e.”   Heveroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku civaka Êzidî di tevahiya dîroka xwe de rastî komkujî û qirkirinan hatiye. Cîhan Celo, got ku bi êrişa DAIŞ’ê re ku weke “Fermana 73'yan” tê binavkirin re hewl hat dayin ku civaka Êzidî bi temamî were tunekirin. Cîhan Celo, got ku civaka Êzidî bi felsefeya Abdullah Ocalan li dijî van êrişên qirkirinê sekinî.    Cîhan Celo bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di fermanan de ji ewil jî jinên Êzidî hedef hatin girtin. Lêbelê jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo bersiv da van fermanan. Îro, bi pêşengtiya jinan ronesansa Êzidiyan pêk tê.”    Bi domdarî Cîhan Celo anî ziman ku fikrên Abdullah Ocalan civaka Êzidî jinûve rêxistin kir û got: “Ev fikir, hem girêdayî xwezayê hem jî girêdayî aştî û demokrasiyê ye. Her çend ji ber bandora netewe dewletan civak car bi car ji eslê xwe dûr hatibin xistin jî, felsefeya Rêber Apo civaka Êzidî dîsa li eslê xwe vegerand. Em jî li dora vê bangê civiyan û em ê bi avakirina aştî û civaka demokratîk re dê pergala neteweya demokratîk, rêveberiya xweser ava bikin. Fikrên Rêber Apo Êzidî ji koletî, bindestî û qirkirinan rizgar kir û civakeke berxwedêr ava kir. Bi vê bangê re em ê têkoşîna xwe mezin bikin, dê yekitî û yekparetiya xwe bi pêşengtiya jinan pêk bînin. Rêber Apo di peyama xwe de gotibû ku ew ê di hemû şert û mercan de bi civaka Êzidî re bin. Keda Rêber Apo ji bo me daye dê vala neçe.”    BI RÊYA KOMUNAN AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK      Cîhan Celo, da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi modela konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Lingê kêm ê meclisên piştî fermanê hatine avakirin, komun bûn. Bi vê konferansê re ev ling jî hate temamkirin. Komun ne tenê ji Êzidiyan, ji Ereban jî pêk tê. Ji ber ku gelê Ereb jî ji hêla leşkerî û siyasî ve pergala neteweya demokratîk erê kiriye, bi polîtîkayên şerê taybet hedef tê girtin.”    Cîhan Celo, anî ziman ku fêmkirina bangê û vegotina wê berpirsyartiya rewşenbîrên Êzidî ye û got ku ji bo bang bigihije armanca xwe, divê civaka Êzidî pêşengtiyê bike. Cîhan Celo, diyar kr ku nameya Abdullah Ocalan şandibû di nav gel de hatiye xwendin û tevî nêrîn û nirxandinên wî hatiye şîrovekirin. Cîhan Celo, wiha domand: “Êzidiyan wateyeke mezin da vê nameyê. Di çarçoveya vê banga dîrokî û nameya Rêbertiyê ji Êzidiyan re şandibû de em ê civînan, komxebatan û hevdîtinên bi gel re li dar bixin. Em ê xebatên xwe yên ji bo ronesansa Êzidiyan bidin destpêkirin. Gava ewil, xwendina peyama Rêbertiyê bû. Di nameyê de hate gotin ku divê civak li gorî zîhniyeta neteweya demokratîk were avakirin, birêxistinkirin û divê bi derdorên cuda yên li herêmê re hevdîtin bên kirin. Ji roja fikrên Rêber Apo di nava vê civakê de belav bûyîn heta niha di serî de Êzidî, di navbera Şîe, Sunnî, Ereb û hwd. yekitî heye. Ev bawerî ji ewil dijminên Êzidiyan bûn. Lê niha xwe li ser heman xeta têkoşînê birêxistin dikin û vê xakê bi hev re diparêzin.”    DÊ BANGÊ BIRÊXISTIN BIKIN    Di berdewamê de Cîhan Celo got ku dê di çarçoveya bangê de herêmê birêxistin bikin û wiha pê de çû: “Di vê çarçoveyê de em ê komxebat û konferansan li dar bixin. Gelo dê civaka Êzidî çawa veguhere û divê diyalog û muzakereyên wan ên bi derdorên din re çawa bin, em ê vê nîqaş bikin. Divê herî zêde rewşenbîrên Êzidî piştgiriyê bidin vê bangê û vebêjin. Piştî vê bangê, di nava gel û baweriyên Şengalê de piştevaniyeke nû dest pê kir. Şîe, Sunnî, Ereb û Êzidî hatin gel hev û xaka xwe bi hev re diparêzin. Ev jî ruhê pergala neteweya demokratîk e. Divê ev pergal ne tenê li Şengalê, li tevahiya Iraqê were qebûlkirin.”    'HETA AZADIYA FÎZÎKÎ ÇÊNEBE AŞTÎ NABE’    Cîhan Celo, bal kişand ser pêvajoya heyî û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û got: “Erê pêvajoyek dest pê kir lê heta Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê pêvajo pêş nekeve û dê gelê Kurd û civaka Êzidî azad nebe. Azadî, girêdayî azadiya Rêber Apo ye.”    AVAKIRINA JIYANA NÛ YA BI PÊŞENGTIYA JINAN    Cîhan Celo, got ku jin ji bo cîbicîkirina bangê pêşengtiyê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de jin pêşengtiyê ji dîrok, heqîqet û civaka xwe re dike. Heta ev nebe jî veguherîneke rast nabe. Lewma jî li Şengalê avakirina civakê ya bi pêşengtiya jinê bilezûbez didome. Divê hemû gel û bawerî di nava vê pergalê de cih bigirin. Divê Iraq vê pergalê qebûl bike û pêşiya wê negire. Bi rêya vê pergalê dikare krîza xwe ya heyî çareser bike. Têkoşîna me, ji bo pêkanîna ronesansa Êzidiyan e. Bi vî awayî em dikarin bibin xwedî statû û neteweya demokratîk ava bikin.”    MA / Zeynep Durgut