Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin 2025-06-22 14:02:29 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gavên divê dewlet û îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd biavêjin şênber in û got: “Divê girtiyên siyasî bên berdan û biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Tekîrdagê, li Eywana Konferansan a Unal Baysan, 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Çand Hunerê ya Mezopotamyayê, alimên olê û nûnerên rêxistina civaka sivîl jî beşdarî kongreyê bûn.    Piştî hilbijartina dîwanê, kongre bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllari, ji ewil bal kişand ser krîza aborî û got ku kêmtirîn mûçe bi têrî tu kesekî nake û xwest ku zem were kirin. Tulay Hatîmogûllari, got ku li Tirkiyeyê nêzî 50 milyon kes di sînorê birçîtiyê de dijî û ev rewşê qebûl naknin.    ‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’   Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê bi bîr xist û got: “Dema birêz Ocalan ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kirî wiha got; ‘Ev bang ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê ye. Ji bo hemwelatiya wekhev e.’ Dibêje ku her gel û bawerî xwedî xweparastina cewherî be. Divê her zayend, di serî de jî jin xwe birêxistin bike... Yek ji mebesta herî girîng a birêz Oalan a ji civaka demokratîk, xurtkirina rêxistiniya jinan a xweser e.     Piştî banga birêz Ocalan û kongreya PKK’ê, em li bendê ne ku pêvajo bilez pêş bikeve. Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene. Ev gav e pir şênber in û divê tavilê bên avêtin. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin. Tu bingeheke qanûnî ya cîbicînekirina biryarên DMME’yê nîne. Bi pêkneanîna wan biryaran sûc dikin.    DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ XURTIR BIKIN   Demokratîkbûn, yek ji gavên sereke ya aştiyê ye. Ev her du têgeh girêdayî hev in û yek ji wan beriya ya din nabe. Heta niha Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê tu gaveke şênber neavêtiye. Ji bo vê divê em xwe bêhtir birêxistin bikin û bêhtir bixebitin. Em vê yekê bi taybet destnîşan dikin; ji ber hevdîtinên didomin nebêjin qey li dora maseyekê civiyane û protokolek hatiye mohrkirin û her tişt dê mîna saetê biherike. Nexêr, pêvajoyeke wisa tune ye. Mîna birêz Ocalan jî gotiye, di vê pêvajoyê de berpirsyartiya me tevan zêde dibe. Ji Çînê heta Erebistana Siûdî û welatên Amerîkaya Latîn, her kesî piştgirî da banga birêz Ocalan. Li Tirkiyeyê jî me bi tevahiya muxalefetê re hevdîtin kir û peyamên erênî dan. Ji bo xurtkirina vê zemînê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin.    ŞERÊ ÎRAN-ÎSRAÎLÊ   Em îro bi mudaxileya DYA’yê ya şerê Îsraîl-Îranê hişyar bûn. Ev şer ne şerê gelan e, şerê hêzên emperyalîst e ku dixwazin li Rojhilata Navîn tehekûma xwe ava bikin. Hêzên sedsal berê teşe dan Rojhilata Navîn, niha dixwazin jinûve dîzayn bikin. Heke şer mezintir bibe, dê xetereyên wê ji yên şerê duyemîn ê cîhanê zêdetir bin. Ji ber ku wê demê ewqas çekên nukleerî û biyolojîk pêş neketibûn. Em niha bi hemû xetereyan re rû bi rû ne. Em li vir careke din bang dikin ku şerê Îran-Îsraîlê tavilê bidin sekinandin. Di serî de NY, divê hemû derdor ji bo vê bikevin nava tevgerê. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo bidawîbûna şerê Îsraîl-Îranê em dibêjin aştî.    Li Tirkiyeyê dê guherînên nû çêbibin. Banga birêz Ocalan, lidarxistina kongreya PKK’ê. Dê bandora vê li tevahiya avadaniyên siyasî bibe. Ji rast û çep, ji neteweperest û her derdoran kes dê bifikirin û xwe jinûve binirxînin. Ji bilî rêxistinkirina aştî, wekhevî û edaletê tu vebijêrkên me nînin. Tevî her tiştekî dê aştî bibe.”