Emîne Ocak li nexweşxaneyê hate ziyaretkirin 2025-06-25 16:27:26 STENBOL - Dayika Şemiyê Emîne Ocak krîza dil derbas kir û di 20’ê Hezîranê de rakirin beşa lênihêrîna awarte. ÎHD û TÎHV çûn serdana Emîne Ocakê ku xetereya li ser jiyana wê didome.    Dayika Şemiyê Emîne Ocak ku kurê wê Hasan Ocak di binçavan de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, di 20’ê Hezîranê de krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Îstînye Liveyê ya li semta Esenkentê ya navçeya Esenyurt a Stenbolê. Emîne Ocak, li vir di beşa lênihêrîna awarte de tê tedawîkirin. Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) çûn serdana Emîne Ocakê. Parastvanên mafan ku serdana malbatê kir, şîfa û silametî ji bo Emîne Ocakê xwest.    Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana Emîne Ocakê hêj berdewam e.