MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne 2025-06-26 13:05:31   AMED - MKG’ê têkildarî rojnameger Zeynep Durtut ku gef lê hatibûn xwarin daxuyanî da û got: “Li dijî vê zîhniyetê em bi Zeynepê re ne.”    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), têkildarî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut ku “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê derxistibû holê û ji hêla malbata Kenan Tatar ê di dosyayê de tê darizandin ve gef lê hatibûn xwarin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.    MKG’ê wiha got: “Nûçegihana me Zeynep Durgut ku li Şirnexê ‘Çeteya Fihûşê’ derxistibû holê, ji hêla malbata yek ji faîlên dosyayê Kenan Tatar ve gef lê hatin xwarin. Ev gefên li dijî rojnamegeran karê xwe yê pîşeyî pêk anî, nayê qebûlkirin. Li dijî vê zîhniyetê em bi Zeynepê re ne.”