Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye 2025-06-29 10:19:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê dê di 11’ê Mijdarê de hilbijartinên parlamentoyê bên lidarxistin. Akademîsyen Rûbar Mecîd, ji ber ku bi lîsteyeke hevpar nakevin hilbijartinê, bertek nîşanî partiyên Kurd da û got: “Heke em bi lîsteyeke hevpar biketina hilbijartinan, dê di meseleyên li Bexdayê de bihêztir bûna.” Ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê ku tê payin di 11’ê Mijdarê de bê lidarxistin, tenê 4 meh man. Kurd, hêj jî lihev nehatine ku bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê. Nêrînên cuda yên di navbera PDK û YNK’ê de, li pêşiya nûnertiyeke xurtir a gelê Kurd dibe astengî. Vebijêrka “yek lîsteyê” ku raya giştî ya Kurd demekî dirêj e li ser diaxive, ji ber van her du partiyan bicih nayê. Gelek civîn hatin lidarxistin lê dîsa jî PDK û YNK’ê ji bo yeklîsteyê lihev nekirin. Li gorî agahiyan, her du partî jî dixwazin bi lîsteyên serbixwe têkevin hilbijartinê.    Ji Zanîngeha Silêmaniyeyê akademîsyen Rûbar Mecîd têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got ku her du partî hewl didin bi lîsteyên serbixwe bikevin hilbijartinê.    'HER DU PARTÎ JÎ DIXWAZIN HÊZA XWE BIBÎNIN’    Rûbar Mecîd, bi bîr xist ku di hilbijartinên sala 2008’an ên li Iraq û Herêma Kurdistanê de her du partiyên Kurd bi lîsteyên cuda ketine hilbijartinê û ev tişt got: “Dixwazin piştgiriya gel bibînin lewma wiha dikin. Heke bi lîsteya hevpar têkevin hilbijartinê, di mijara encamê de dê lihev nekin. Her partî dixwaze bibîne ka çiqas deng standiye û gel çiqas piştgirî daye wan. Lewma bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê. YNK, zêdetir girêdayî biryarên Dadgeha Federe ya Iraqê ye lewma di têkiliyên bi hikûmeta navendî re zemîna yasayî esas digire. Lê PDK serbixwe tevdigere. Ev nêzikatiyên cuda jî dibin asteng ku lîsteyeke hevpar neyê çêkirin.”    'HEKE YEKITÎ ÇÊNEBE DÊ REWŞA PARÇEBÛYÎ GIRANTIR BIBE’    Mecîd, bi bîr xist ku ne tenê PDK û YNK lê partiyên din ên Kurd jî dê bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinê wiha pê de çû: “Ev jî yekitiya di navbera Kurdan de zehmet dike. Tiştekî xwezayî ye bi lîsteyên cuda tev li bibin lê ji bo parastina mafên Kurdan û çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd jî yekitî şert e. Bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê lê hewceye ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdistanê bi hev re tevbigerin. Ev cudahî dê bi xwe re encamên cuda bînin. Belkî ji ber vê sedemê li Herêma Kurdistanê hikûmet nayê avakirin, alî nêzî hev nabin û ev parçebûn heta nava mala Kurdan jî belav dibe.”    'HEKE BI YEK LÎSTEYÊ TEV LI BÛBÛNA DÊ YEKITIYA ME XURTIR BÛYA’    Di berdewamê de Mecîd bi lêv kir ku divê pirsgirêkên navxweyî yên li Kurdistanê li Bexdayê rê li ber valahiyê veneke û wiha derbirî: “Em dizanin ku di navbera aliyên Kurdistanê de gelek pirsgirêk hene. Lê divê ev pirsgirêkên navxweyî li Iraqê di siyasetê de valahiyê çêneke. Divê ev pirsgirêk di nav xwe de bên çareserkirin. Divê em bi yek deng û rengî tev li siyaseta Iraqê bibin. Da ku helwesta me xurt be. Heke em bi yek lîsteyê tev li hilbijartinan bûbûyan, em ê di meseleyên siyasî yên li Bexdayê de bêhtir bihêz bûna. Dê di mijara demokrasiyê de hinek nêzbûn bi xwe re bianiya. Lê ne di roja me de ne jî di dîrokê de yekitiyeke wiha çênebûye.”    ‘DI MESELEYÊN ESASÎ DE SEKNEKÎ HEVPAR TUNE YE’    Mecîd, bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên li Herêma Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: “Em niha li Iraqê bi birayên xwe yên Ereb re ne lê em nikarin daxwazên xwe bikin daxwazên hevpar. Di bingeha gelek pirsgirêkan de jî nebûna sekna hevpar heye. Weke mînak; pirsgirêka mûçeyan, ya petrolê, rêxistinkirina hêzên Pêşmergayan û pirsgirêka cotrêveberiyê. Her çend ji hêla fermiyetê ve ev duserî ji holê hatibe rakirin jî lêbelê di fiîliyatê de didome.”    MA / Zeynep Durgut