Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e 2025-07-02 09:20:20   WAN - Jinên beşdarî “Mihrîcana Jin, Xweza û Çandê” ya li Gimgimê bûn, diyar kirin ku divê di pêvajoya nû de hemû jin bi berpirsiyarî rabin û gotin: “Civaka azad bi jina azad dikare were avakirin."     Di 29-30'ê Hezîranê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê “Mihrîcana Jin, Xweza û Çandê” hat lidarxistin. Mihrîcan, bi dirûşma “Bi jina azad, xweza û çandê re ber bi civaka demokratîk ve” hat lidarxistin û têkoşîna jinan mohra xwe li mihrîcanê da. Mihrîcan, diyarî endama YJA Starê Kader Kevser Elturkê (Ekîn Wan) ku di pevçûnekê de hatibû qetilkirin û bedena wê hatibû teşhîrkirin û hemû jinên din ên hatine qetilkirin hate kirin. Mihrîcan du rojan domiya û çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.   Jinên ku beşdarî mihrîcanê bûn, bal kişandin ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û diyar kirin ku divê êdî dewlet gav biavêje.    WELATÊ KU ŞER LÊ TUNE   Muzeyyen İşikê diyar kir ku peyva aştiyê pir bi wate ye û wiha axivî: “Aştî jin e, jiyan e. Dema em di Kurdî de koka peyva şer dinêrin nêrza û ya aştiyê jî mêza ye. Şer di xwezaya mêrê serdest de heye lêbelê aştî peyvek e peywendiya jin û jiyanê çêdike. Jina jiyanê diparêze. Çek hate dayîn êdî divê dewlet û desthilat dawî li şer bînin û gavekî biavêjin. Li welatê ku şer lê nebe her kes bi awayeke aram dê bijîn. Bi vî rengî dê welatê hem qeyrana aboriyê çareser bibe û hem jî ji tundiya mêr xilas bibe. Spasî ji bo kesên ku ev pêvajo dane destpêkirin û birêve dibin."   'DIVÊ JIN BIBIN PÊŞENG'   Gulbeya Mihçî ya ku beşdarî mihrîcanê bûbû jî diyar kir ku pêvajoya Abdullah Ocalan dabû destpêkirin ji bo jinan hêvî ye û wiha got: “Êdî em dixwazin aştî bê vê axê. Li girtîgehan bi hezaran zarên me, hevalên me lê ne. Gava ewil divê deriyê girtîgehan bên vekirin. Dewleta ku heta niha tu gavekî neavetiye em ê çawa pê bawer bibin? Divê jin di vê pêvajoyê de bibin pêşeng. Ji bo aştiyê divê jin bibin mertalên zindî. Lewre ev aştî hewce bi azadiyê heye. Hêj êriş didomin, binpêkirina mafan li girtîgehan de didomin. Divê dewlet gav biavêje da ku em jî bawer bikin.”   JINA AZAD CIVAKA AZAD    Seçkîn Tûnçê jî bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêbertiya me banga aştiyê kir. Em wek jinên ciwan em di avakirina civakek azad de pir bi hêvî ne. Lêbelê nêzikatiya dewletê li pêvajoyê baweriyê nade mirov. Em jinên ciwan civakek dmeokratîk û jiyaneke azad dixwazin.”   ‘EM BI ABDULLAH OCALAN BAWER IN’   Emîne Enguderê bertek nîşanî êrişên dewletê da û got: "Hêj bombe li çiyayên Kurdistanê tên barandin. Em ji Abdullah Ocalan û gelê xwe bawerin. Rexmê hemû êşan em ê di parastina aştişyê de bi israr bin. Divê hemû gelê me di vê pêvajoyê de bi israr be.”   MA / Rûken Polat