Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da 2025-07-03 13:38:54 ÎZMÎR - Ji ber şewata li Çeşmeyê rê hate girtin. Li Odemîşê nexweşekî nav nivînan ê ku dema şewatê li malê bû, jiyana xwe ji dest da.    Şewata li Çeşme ya Îzmîrê derketibû di roja duyemîn de didome. Taxên Germiyan, Karakoy, Nohûtalan, Reisdere ji bo tevdîrê hatin valakirin.   Ji ber bayê, di midexaliyên vemirandina şewatê de zehmetî tên kişandin. Rêya di navbera Îzmîr û Çeşmeyê û Alaçatiyê de ji bo tevdîrê hatin girtin. Herwiha rêya kevn a Çeşmeyê û Bendava Aktaş a aliyê Ûrlayê jî hate girtin.    KESEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Şewata ku duh êvarê li Odemîşê derketibû didome. Taxên Tosûnlar, Sûçikti û Koseler ji ber tevdîrê hatin valakirin. Li taxa Tosûnlarê zirar gihişti gelek malan.   Li taxa Sûçiktiyê malek xira bû û nexweşê nav nivînan ê 81 salî Îbrahîm Erkan jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn di dema şewatê de Erkan û hevjîna xwe li malê bûn û hevjîna wî ji bo daxwaza alîkariyê ji malê derketibû derve.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.