Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar 2025-07-04 15:13:38   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hindistanê di encama lehî û hezaz a ku ji ber barana mûsonê çêbûbû de 69 kes mirin û 110 kes jî birîndar bûn.     Li bakurê Hindistanê ji ber baranê mûsonê lehî û hezaz çêbûn. Li gorî rapora ku ji aliyê rayedarên herêmî hatiye weşandin di 15 rojên dawî de 69 kesan jiyana xwe ji dest dane û 110 kes jî birîndar bûne.    Barana mûsonê ku ji Hezîranê hata Îlonê didomin, şiliya li Başûrê Asyayê dora sedî 70-80’ê pêk tîne. Baranên mûsonê ji bo çandiniya vê herêma ku xwediyê 2 milyar nifûs e pir girîng e.