Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje 2025-07-18 10:08:49   RIHA – Li navçe û navenda Rihayê zêdetirî 200 civînên gel hatin lidarxistin û di civînan de daxwaza sereke ew e ku dewlet demildest gav bavêje.    Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) "Civînên Civaka Demokratîk" pêvajoyek hat destpêkirin. Li navçe û navenda Rihayê zêdetirî 200 civînên gel hatin lidarxistin û heta bi hezaran kes beşdarî van civînan bûn.    Welatiyên beşdarî civîna gel bûn fikarên xwe û pirsên ku di destê wan de hene anîn ziman û xwestin gavên şênber ji aliyê dewletê bên avêtin.   Halîde Demîrbîleklî (45) a tevlî civînên li navçeya Pirsûs a Rihayê bû diyar kir ku di civînê de bendewariyên xwe jî anîne ziman. Halîde Demîrbîleklî da zanîn ku divê hikûmet di dema herî nêz de bikeve nava tevgerê û destnîşan kir ku di nava van gavan de daxwazên ji bo tavilê serbestberdana girtiyan û statuya zimanê Kurdî heye û wiha got: “Em dixwazin pevçûn bi dawî bibin. Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Em dixwazin gelê me mafê xwe ji nû ve bi dest bixe.”   BANGA BILA GIRTÎ SERBEST BÊN BERDAN   Hacer Ceylan (60) anî ziman ku ew ji pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin bawer dikin û got ku ew di daxwaza aştiyê de bi israr in û wiha axivî: "Divê bigihêjin tifaqekê. Em jî dixwazin Birêz Ocalan û Demîrtaş serbest bên berdan."   Osman Demîrbîleklî (74) ê ku diyar kir ku pêvajoya nû naşibe yên berê û wiha got: "Piştî bûyerên di dema Şêx Seîd de qewimîn xuya bû ku hêvî ji bo Kurdan çû. Axaftina Kurdî qedexe bû û li her derde ji bo aboriya xwe têkoşîn meşandin. Em ji wan rojan heta îro gelek rê hatin. Îro dewlet bi me re di nava diyalogê de ye. Berê dema ku wêneyê Birêz Ocalan dîtin wê ceza li me bibirana lê niha bi wî re diyalogê dikin. Em dixwazin Birêz Ocalan di bin banê meclisê de siyasetê bi rê ve bibe. Weke civak em vê pêvajoyê erênî dibînin. Lê belê em dixwazin pêkanînên mîna sîstema cerdevaniyê jî bên rakirin û gavên pêwîst werin avêtin."   TIFAQA KURD Û TIRK   Îbrahîm Yuce (61) ê kurê xwe di têkoşîna azadiyê de winda kir û wiha axivî: "Yekemcar em di pêvajoyeke bi vî rengî re rû bi rû ne. Gelê Tirk û Kurd bi hev re ji bo avakirina Rojhilata Navîn gavekê diavêjin. Baweriya me bi vê heye. Em dikarin bi rêya hevkariyê Rojhilata Navîn bi vî rengî ava bikin. PKK'ê gaveke gelekî girîng avêt. Her wiha gavên ku pêwîst e Tirkiye bavêje hene. Baweriya me bi pêvajoyê heye, lê ger girtî neyên berdan ev bawerî geş nabe. Cara yekê ye her du gelan firsendeke bi vî rengî dîtine û divê xwedî lê bê derketin."   MA / Ceylan Şahînlî