Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin 2025-07-18 14:11:55   ERZIROM – Li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê, roja ku komeke PKK’î çekên xwe îmhakirin, li ser girtiyên ku derketin qada hevpar birina tizbî, tembûr, pirtûk, av, kişik û gog hatin qedexekirin.    Girtîgeha Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê ku di demên dawî de her tim bi qedexeyan dikeve rojevê, salên 1980’an tîne bîra mirov. Girtiyên ku derketin qada hevbeş, ji aliyê îdareya girtîgehê ve birina tizbî, tenbûr, pirtûk, kişik û gogê hatin qedexekirin. Ev kiryara ku di 11’ê Tîrmehê de roja ku 30 endamên PKK’ê di merasîmê de çekên xwe îmhakirin pêk hat û ev bû sedema pirsê. Girtiyên ku ev biryar protesto kirin, bo 2 rojan derneketin qada hevbeş. Girtiyên ku bi îdareya girtîgehê re civiyan, hinek daxwazên wan hatin qebûlkirin û gelek qedexe hêj didomin.    ‘EM NIKARIN AVÊ JÎ BI XWE RE BIBIN’   Sînan Karer ê girtî, di hevdîtina xwe ya bi malbatê re ev tişt ragihand: “Di girtîgehê de em hewayê nagirin. Pencere bi têldiriyan ve hatiye girtin. Dema em derdikevin qada hevbeş birina saet, tiznî û hwd qedexe ye. Em dixwazin kişikê bi xwe re bibin li qada hevpar bilîzin ji me re dibêjin di qawişan de bilîzin. Lêbelê li qawiş li gorî kesekî ye. Cihê qada hevbeş jî qasî 2-3 metre ye. Ji bo aktivîteyên civakî tu derfet nîne û mafên me yên heyî jî her tim ji destê me tên girtin.”   GIRTIYÊ HATE BERDAN: KIRYAR DIDOMIN   Girtiyekî ku îro ji heman girtîgehê tehliye bû ji MA’yê re axivî: “Maf tên binpekirin. Îdareyê ev qedexe roja çek îmhakrina PKK’ê pêk anî û ev peyamek e. Me ev binpêkirin protesto kir. Dema em derdikevin qada hevbeş em nikarin avê bi xwe re bibin. Em bang dilkin ku bila saziyên mafên mirovan û parlamenter di vê mijarê de hestyar bin.”