Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide 2025-07-19 10:32:05   SÊRT - Dayikên ku di dema şer de xizmên xwe winda kirine, destnîşan kirin ku divê hemû beşên civakê ji bo pêkanîna armanca "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" hewl bidin.   Ji roja ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkkirina welêt hatiye destpêkirin, Dayikên Aştiyê yên ku di şer de xizmên xwe winda kirine, ji bo serkeftina wê bênavber dixebitin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê, li ser îmhakirina çekan a ji aliyê "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" a ji 30 kesan pêkhatî hat kirin, axivîn û gotin ku divê dewlet jî gavên pêwîst biavêje.    ‘PÊVAJO YEKALÎ NABE'   Dayika Aştiyê Maşallah Işik Arslanê got: "Em bi banga serok (Abdullah Ocalan) a ji bo aştî û azadiyê pir kêfxweş bûn. Em hemû piştgiriyê didin vê bangê. Her kes bi tevahî baweriya xwe bi banga serok tîne. Lê dewletê hîn jî tu gav neavêtiye."   Maşallah Işik Arslanê diyar kir ku divê dewlet jî gavên pêwîst biavêje û destnîşan kir ku divê pêşî girtiyên nexweş werin berdan. Maşallah Işik Arslanê got: "Hîn jî tu xeber li ser berdana Serok tune ye. Divê dewlet jî gav bıavêje; heke dewlet gav neavêje, tiştek çênabe. Divê her kes guh bide vê bangê û piştgiriyê bide wê. Pêvajo divê du alî be. Yekalî nabe."   'DIVÊ HER KES BIXEBITE'   Dayika Aştiyê Kûmrû Kaçar ku kêfxweşiya xwe ya ji ber peyama bidîmen ya Abdullah Ocalan anî ziman, got: "Ji roja ku Serok hatiye girtin ve êş di dilê min de ye. Min peyama wî dît, min ew dît, min hîs kir ku Kurdistan hatiye damezrandin."   Kûmrû Kaçarê ku got "Gotinên serok ji bo her kesî esas in" wiha domand: "Ciwan, dayik, jin, siyasetmedar... Pêwîst e her kes rabe ser pêyan û bixebite. Werin em rabin ser pêyan, serdana malbatan bikin. Werin em her tiştî bikin da ku pêvajo serkeftî be. Ger em nexebitin, em nikarin mafên xwe bi dest bixin." Dayika Aştiyê Vetha Kaçarê jî got: "Serok, vê pêvajoyê ne tenê ji bo kurdan da destpêkirin. Wî ev pêvajo ji bo tirk, laz û gelên din jî da destpêkirin. Serokê me çi bêje em ê bikin. Serokê me pêvajo da destpêkirin, lê Erdogan bi mehan e gavek neavêtiye. Leşkerên wî hîn jî çekên kîmyewî bi kar tînin. Agirbest hat ragihandin, lê êriş berdewam dikin. Serokê me bi salan e di bin îşkenceyê de girtî ye û bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehê de ne. Divê di vî warî gav bên avêtin."