Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin 2025-07-19 16:16:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku li Girtîgeha Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê 3 çalakgerên Kurd li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya vekirî kirine.    Hate diyarkirin ku aktîvîstên Kurd Nermîn Xuda Muradî, Hîkmet Seîdî û Kameran Resulî yên di Girtîgeha Sineyê de ne, beriya 4 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.    Li gorî nûçeya ku di malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê de hatiye weşandin, her sê çalakvanên Kurd ên ku ji mafên bingehîn ên wekî dema dirêj a ragirtinê, hevdîtina bi parêzeran re û têkiliya bi malbatên xwe re bêpar hatine hiştin, 4 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakvanên Kurd beriya 2 mehan ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve bi biryara dadgehê hatibûn binçavkirin