Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe 2025-07-20 14:43:20   RIHA – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllarî, di merasîma bibîranîna Qetlîama Pirsûsê de ev tişt got: “Ji bo kêmkirina êşên me û vekirina rêya aştiyê divê em hevrûbûnek bi rastiyan re çêbikin, divê em lêborînê bixwazin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di merasîma bibîranîna 33 ciwanên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn de, li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê axivî.   ‘BILA KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN’   Tulay Hatîmogûllari, ev tişt got: “Dê xeyalên we nîvco nemîne. Hewl dan ku xeyalên mirovan têk bibin. Hewl dan ku têkoşîna gelê Kurd a li Rojava têk bibin. Lê tu carî bi serneketin û dê sernekevin. Ji bo em rêya aştiyê vekin divê em bi rastiyan re hevrûbûnek çêkin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a rêzdar Abdullah Ocalan di rojeva hemû cîhanê de ye. Em êşa xwe, bi hevrûbûna bi heqîqetê re dikarin kêm bikin. Em dikarin bi avakirina komîsyoneke hevrûbûnê ku dê li Meclisê bê avakirin ve êşa xwe kêm bikin. Me gelek caran ev daxwaz kir lêbelê partiyên desthilat ev daxwaz red kirin. Ji bo vekirina rêya aştiyê divê em lêborînê bixwazin.”