Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin 2025-07-21 13:00:05     ENQERE – Tehliyeya girtiyê 30 salan Sadik Hasan ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, cara duyemîn e tê astengkirin.   Tehliyeya girtiyê 30 salan Sadik Hasan ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, cara duyemîn e ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve tê taloqkirin. Hasan, di 17’ê Çileya 1995’an de hate girtin. Piştî darazê di 24’ê Hezîrana 1999’an de cezayê muebbedê xwar.    Lijne, di 8’ê Çile de  têkildarî berdana Hasan ê ku cezayê xwe di 9’ê Çile de xilas kiribû, civîya. Lijneyê, bi hinceta ku Hasan ferzkirina poşmaniyê qebûl nekiriye, tehliyeya wî bo 6 mehan taloq kir. Piştî 6 mehan, lijne di 8’ê Tîrmehê de careke din kom bû. Lijneyê raporên ku îdareya girtîgehê têkildarî Hasan de nivisîbû nirxand û biryara “başhaliyê” da.    TEHLIYEYA WÎ DU CARAN HATE ASTENGKIRIN   Lijneyê, serî li îfadeya Hasan da ji ber nepoşmaniya Hasan bo 3 mehan tehliyeya wî taloq kir. Lijne, ji bo nirxandina rewşa Hasan dê di 9’ê Cotmehê de kom bibe.   ‘BIRYAR LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E’   Hasan, astengkirina tehliyeya xwe ji endama Komîsyona Lêpirsîna Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslanê re ragihand.    Newroz Uysal Aslan, têkildarî rewşê serî li ÎHÎK’ê da. Newroz Uysal Aslanê di serlêdanê de  wiha diyar kir: “Qebûlkirina sûc li ser Sadik Hasan tê ferzkirin. Bi vî rengî azadiya wî tê astengkirin. Ev yek binpêkirina mafê daraza adil a destûra bîngehîn e. Beyî delileke şênber, lijne ‘ji ber têkêliya xwe qut nekiriye’ başhaliya girtî tune dihesibîne û ji nû ve ceza dike.     Newroz Uysal Aslanê, daxwaz kir ku ÎHÎK rewşê binirxîne û bersiva serlêdanê bide, bi daxwaza bersivdayîna Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, bo Serokatiya Meclisê pêşniyarpirs kir.