Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e 2025-07-22 10:32:49   ÊLIH – Endamê OHD'ê Veysî Atmaca, diyar kir ku komîsyona dê li Meclisê bê avakirin divê her kes xwedî gotin be û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêdivî bi guhertina destûra bingehîn heye.     Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratbûna welat hate destpêkirin de, dê li Meclisê komîsyonê bê avakirin. Bi însiyatîfa Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ve di rojên pêşiya me de avakirina komîsyonê tê payîn. Nîqaşên têkildarî xebatên komîsyonê û naveroka wê hêj nehatiye zelalkirin.   DÊ KOMÎSYONEKE ÇAWA BE?   Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê Veysî Atmaca, destnîşan kir ku divê hemû partiyên derveyî Meclisê jî beşdarî komîsyonê bibin. Atmaca, rave kir ku divê nûnerên bawerî û gelên din, parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasên destûra bîngehîn jî di nava komîsyonê de cih bigirin.   Atmaca, ev tişt got: “Bi vî rengî komîsyon dikare piştgiriyê bide pêvajoyê. Ev komîsyon ne tenê ji bo guherînên destûra bîngehîn û qanûnî ye, divê ji bo endamên PKK’ê yên ku çekê berdin jî sererastkirineke qanûnî çêbike. Li cîhanê rêxistinên gerîla yên ku di şerê rizgariya neteweyî de cihgirtin, beşdarî siyasetê bûne. Ger ji bo PKK’ê, ev sererastkirinên qanûnî neyê kirin, em ne bawer in ku aştî pêş bikeve.” Atmaca, rave kir ku divê xebata ewil a komîsyonê, ji bo pêvajoyê  temînatên qanûnî mîsoger bike. Herwiha Atmaca, destnîşan kir ku divê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku tehliyeya wan tê astengkirin jî pêdivî bi guhertineke lezgîn heye û wiha pê de çû: “Divê vana bibin roheva komisyona Meclisê. Di qonaxên din de divê hemû sererastkirinên hiqûqî yên Tirkiyeyê bên nîqaşkirin.”   3 XALÊN EWIL ÊN DESTÛRA BINGEHÎN   Atmaca, bal kişand ser 3 xalên ewil ên destûra bingehîn ku bi tu awayî destûra guhertina wan nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di warê hiqûqa destûra bingehînde em dizanin ku tu giringiya wan nîn e. Lewra destûra bingehîn, parastina gel li dijî tundiyên desthilatê mîsoger dike. Ji ber vê yekê ev xalên qedexeker ku di destûra bingehîn cih girtî ne, divê li gorî çaçoveya pêşxistina destûra bingehîn bên şîrovekirin. Ev xalên qedexeker temenê destûra bingehîn kin dikin.”    Atmaca, got: “Xala 66’emîn a destûra bingehîn, diyar dike ku her kesê ku li Tirkiyeyê Tirk dihesibîne. A rast ev metneke dogmatik û bê wate ye. Lewre di destûra bingehîn de welatîbûn di navbera civak û dewletê de ye. Di destûra bingehîn a nû de divê pênaseya welatîbûnê de ferzkirina netewê nebe. Ji ber vê yekê di çarçoveya pêvajoyê de guhertina xala 66’emîn pir girîng e.”   Atmaca, bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî pêvajoyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêzdar Ocalan, bi salan de diyar dike ku Tirkiye bi vî rengî nikare bidomîne. Rêzdar Ocalan, çarçoveya têkiliyên Kurd û Tirk de pêşiya Tirkiyeyê vedike. Rêzdar Ocalan di pêvajoya sala 2013’yan û ya 2019’an de mijare herî zêde bal kişand serê guhertina destûra bingehîn bû. Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e.”