Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû 2025-07-28 09:05:39 MELETÎ - Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi pêşandana muzîkeke bi coş bi dawî bû.  17'emîn Mîhrîcana Stranan a Navneteweyî ku ji aliyê şaredarî û Weqfa Perwerdeya Çandê ya Gundên Arxavûnê ya navçeya Arxavûnê a Meletiyê ve hate organîzekirin bi dawî bû. Mîhrîcana ku du rojan dom kir, bi panela ku li salona konferansê ya şaredariyê hate lidarxistin dest pê kir. Di panela bi moderatoriya nivîskar Suleyman Kiliç de, rojnamevan Alî Guller, lêkolîner-rojnamevan Alî Dûran Topûz û nivîskar û parêzer Haydar Yalçinoglû her yek ji wan pêşkêşiyek kirin. Di panela bi sernavê "Aştiya Civakî" de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat nîqaşkirin.   Di panelê de Topuz axivî û behsa wateyên peyva aştiyê ya bi Kurdî û Tirkî kir û got, "Gotina aştiyê di rastiyê de gotineke gelekî aqilane ye. Aştî, yanî ne tenê tê wateya bêpevçûnî, arambûn an jî neavêtina agir; di heman demê de meşa ber bi hev ve ye û ev jî tê wateya' li hev hatin'. Piştî axaftinan panel bi dawî bû.    Di mîhrîcanê de Kardeş Turkuler, Petra Nachtamanova, Huseyîn Korkankormaz, Muşaîp, Îbrahîm Altun, Cemal Oztaş, Yolkulu, Vahap Surucu, Ozge Andaç Berktaş, Fîlîz Kose û Mahîr Yiğitler jî derketin ser dikê.    Mîhrîcana ku bi beşdariyeke bi coş û mezin a beşdaran pêk hat, bi konsera Mîkaîl Aslan bi dawî bû.