Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye 2025-08-03 13:02:13   WAN - Serpêhatiyên malbata Kadriye Gezîcî ku du zarokên wê ji ber zextên dewletê tevlî PKK'ê bûne dîroka berxwedan û têkoşîna gelê Kurd kurteber dike. Kadriye Gezîcî diyar kir ku li gel zextên li wan tên kirin ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo baweriya wan bi dewletê bê divê gav bên avêtin.   Bi banga Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de gelek geşedanên têkildarî 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' pêk hatin. Dema ku bangên Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê deng vedidin, daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo pêvajoyê berdewam dikin. Kadriye Gezîcî ya du zarokên wê tevlî PKK'ê bûn jî diyar dike ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê. Jiyana Kadriye Gezîcî û malbata wê kurtejiyana kurdan e. Tevî ku malbata Gezîcî beriya 33 salan ji ber zextên dewletê ji warên xwe hatin koçberkirin jî, li dijî zilmê têdikoşin.    Kadriye Gezîcî da zanîn ku tevî hemû zext û îşkenceyên tên kirin jî ew şer didomîne û wiha got: "Beriya 33 salan gundê me ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û em neçar man koç bikin. Piraniya eşyayên me dan ber agir. Hin ji me neçar man koçî Wanê bikin, hinekan jî koçî Stenbolê kirin. Me xwest em vegerin gundê xwe lê em rastî şîdeta leşkeran hatin. Dema ku pismamê min jiyana xwe ji dest da, diya min, bav û apên min dema bombeya aîdî leşkeran teqiya birîndar bûn. Lê me ti carî stûyê xwe xwar nekir."    Kadriye Gezîcî diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek ferdên malbata wê li dijî polîtîkayên zordar ên dewletê têkoşiyane û tevlî PKK'ê bûne û got kurê wê Sûat Gezîcî (Çiya Koçer) di sala 2011'an de tevlî nava refên PKK'ê bû û Hîkmet Gezîcî (Êrîş Garzan) jî di sala 2013'an de tevlî bû. Hîkmet Gezîcî di 1'ê Hezîrana 2021'an de di pevçûna li gundê Owanis a Xîzanê de jiyana xwe ji dest da. Yek ji birayên Kadriye Gezîcî 29 sal in di girtîgehê de ye.   Kurê wê Hîkmet Gezîcî ji ber xebatên siyasî 9 mehan girtî ma û piştî ku derket tevli PKK'ê bû û wiha got: "Kurê min li Stenbolê hat girtin. Tevî heyetê em çûn Stenbolê. Li pêşiya girtîgehê îşkence û heqaret li kurê min kirin. 9 mehan zilm lê kirin. Piştî ku hat berdan me agahî ji Hîkmet negirt. Pişt re agahiya ku jiyana xwe ji dest daye gihîşt me. Ez wê demê li zozanan bûm. Min dît ku li aliyê Xîzanê pevçûn derket. Piştre agahî hat ku kurê min li gundê Owanisê şehîd bûye. Cenaze birin Bedlîsê. Em çûn morgê, me cenaze wergirt, anî gundê xwe." Gezîcî da zanîn ku agahî ji kurê xwe yê din nagire.    Kadriye Gezîcî diyar kir ku piştgiriyê dide pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.   'OCALAN TIŞTA PÊWÎST KIR'    Kadriye Gezîcî anî ziman ku yekane daxwaza gel a bi salan aştî ye û wiha axivî: "Birêz Ocalan û PKK'ê tişta pêwîst kirin, lê bi mehan e gaveke şênber ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin. Gel û rêxistinê tişta pêwîst kiriye. Divê dewlet jî baş bizanibe ku kurd êdî ne kurdên kevin in. Em ê ti carî serî li ber mirin û komkujiyê netewînin û em ê bi lîstikên dewletê nexapin. Temamiya têkoşîna Kurdan ji bo xwe ye. Di heman demê de divê ne tenê mafên Kurdan, mafên hemû gelên bindest jî bên naskirin. Bi salan e Birêz Ocalan û vî gelî ji bo aştiyeke bi rûmet têdikoşin û dixebitin. Lê dewletê her tim behsa şer kir, ne behsa aştiyê kir. Niha jî ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşin. Heta ku aştî pêk were em ê têkoşînê bidomînin."   DAXWAZA JI BO WELATÎBÛNA WEKHEV    Kadriye Gezîcî da zanîn ku polîtîkayeke redkirinê hînê di meriyetê de ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Armanca me ew e ku şert û mercên welatîbûna wekhev, naskirina Kurdî weke zimanekî fermî, bikin zimanê perwerdeyê. Ez bang li hemû dayikan dikim; ji bo em vê aramiyê pêk bînin em bi xwe karê xwe bikin. Bila em li derdoreke ku ji her du aliyan hêsir nerijin, ku aştî û refah lê serdest e bijîn. Di vê serdemê de berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê partiyên siyasî."    MA / Bîlal Babat