Trump û Putîn wê li Alaskayê bicivin 2025-08-09 11:33:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin têkildarî pêşeroja şerê li Ûkraynayê wê di 15’ê Tebaxê de li Alaskayê bicivin. Serokê DYE’yê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin têkildarî pêşeroja şerê li Ûkraynayê wê di 15’ê Tebaxê de li Alaskayê bicivin. Hevdîtin, piştî daxuyaniya Trump a li ser medyaya dijîtal ji aliyê Kremlînê ve jî hat piştrastkirin. Berdevkê Kremlînê da zanîn ku ji ber nêzîkbûna Alaskayê ya ji bo axa Rûsyayê cihê hevdîtinê ‘tercîheke baş e’.   Trump, di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtinê de diyar kir ku ji bo bidawîbûna şerî dibe ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de "pevguhertina hin xakan" were kirin. Li gorî çavkaniyên Koşka Spî rêveberiya DYE’yê hewl dide ku serokên Ewropayê qanih bike ku li ser lihevkirineke ku Rûsya temamiya herêma  Donbasê û Kirimê di destê xwe de bigire û li hemberî vê yekê ji herêmên Herson û Zaporijiyayê ku beşek wê hatiye dagirkirin, vekişe pêk werin.   Li gorî nûçeya Wall Street Journalê Putin pêşniyareke weke vê demeke kurt beriya niha ji qasîdê Trump ê taybet Steve Witkoff re jî ragihandiye. Lê belê Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenski beriya niha hemû pêşlihevkirinên ku tawîzên xakan weke şert nîşan didin, red kiribûn. Her wiha ne diyar e ku wê welatên Ewropayê û Kiev vê teklîfê çawa pêşwazî bikin.   Trump bal kişand ser ihtîmala lihevkirina her sê aliyan û got: "Serokên Ewropayê daxwaza aşitiyê dikin, Serok Putin daxwaza aşitiyê dike û Zelenski jî daxwaza aşitiyê dike." Lê belê detayên hevdîtinê nehatine eşkerin ku nayê zanîn wê Zelenski jî çawa beşdarî hevdîtinan bibe.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku têkiliya Trump û Putin a rasterast di meha Sibatê de li ser axaftineke telefonê çêbibû.