Li Mêrsînê mînîbusa xwendekaran li TIR’ê xist: 2 kes mirin 2025-08-24 11:35:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsînê mînîbuseke xwendekaran li TIR’a parkkirî xist. Di qezayê de zarokek jî di nav de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.    Mînîbusa ku xwendekarên li Amedê di wargehê de diman ji bo betlaneyê dibir Mêrsînê, li devera Yemîşkumu ya Taxa Ayaşê ya navçeya Erdemlî ya Mêrsînê li TIR’a ser rêyê parkkirî xist. Di qezayê de zarokek jî di nav de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.    Piştî îxbara welatiyên li derdorê, komên agirkujî, tenduristî û cendirmeyan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Birîndar, piştî mudaxileya ewil bi ambulansan vrakirin nexweşxaneyên li herêmê. Piştî lêkolîna dozger, cenazeyên 2 kesan ji bo otopsiyê rakirin morgê. Hat zanîn ku ajokarî di îfadeya xwe ya ewil de got ji ber bi xew çûye lewma qeza kiriye.