Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike 2025-08-27 13:28:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) piştî ku Tehranê di meha Tîrmehê de hevkariya bi ajansê re betal kir, yekem car vegeriyan Îranê.   Çavdêrên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) piştî ku Tehranê meha Tîrmehê hevkariya bi ajansê re betal kir, yekem car vegeriyan Îranê. Serokê IAEA'yê Rafeel Grossi ji Fox Newsê re axivî û got: "Koma destpêkê ya çavdêran vegeriya Îranê û em ê ji nû ve dest bi çavdêriyê bikin."   Îranê ji êrişên Îsraîl û DYA'yê yên li ser navendên wê yên nukleerê yên meha Hezîranê IAEA berpirsyar nîşan dabû û destpêka meha Tîrmehê hevkariya bi saziyê re bi rengekî fermî rawestandibû. Di vê pêvajoyê de çavdêr vekişiyabûn Viyanayê.   Grossi, diyar kir ku Îran endamê Peymana Pêşîgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerê (NPT) ye, lewma kontrolkirin mecbûrî ye. Serokê IAEA'yê got: "Heta ku em ne li cih bin, danûstandineke cidî nikare bê meşandin."