Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist 2025-08-28 10:58:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Donald Trump, Serokwezîrê Îngilistanê Tony Blair, nûnerê Trump ê berê û zavayê wî Jared Kushner, ji bo plansaziya Xezeyê ya piştî şer gotûbêj bikin, civiyan.    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ji bo plansaziya Xezeyê ya piştî şer gotûbêj bikin, bi Serokwezîrê Îngilistanê Tony Blair, nûnerê xwe yê Rojhilata Navîn ê berê û zavayê xwe Jared Kuhsher re li Qesra Spî civiya.    Li gori nûçeya BBC’yê; rayedarên Qesra Spî di civînê de pirsgirêka Xezeyê, belavkirina alîkariya xurekê, qeyrana dîlan, plansaziya piştî şer bi berfirehî gotûbêj kirine.    ‘PLANÊN’ XEZEYÊ   Têkildarî pêşniyarên ‘Xeze ya piştî şer’ tu hûrgilî nehatin aşkerakirin. Lêbelê Trump, di daxuyaniya xwe ya berê yê der heqê Xezeyê de got "Plan’ tên gotûbêjkirin." Trump, di 5’ê Sibatê de di civîna xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu re gotibû dê Xezeyî bi awayeke mayînde ji bo welatên cîran ben cîwarkirin, DYA’yê herêmê kontrol bike û dê Xezeyê veguherînin “Rivieraya Rojhilata Navîn.”   DÊ ÇI BIBE?   Li gel civînên Trump ên têkildarî plansaziyê’ Qebîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê di 8’ê Tebaxê de plana dagirkirina Xezeyê erê kiribû. Li gorî plansaziya navborî, dê di qonaxa yekemîn de milyonek Filistînî ji bo herêma başûr bên şandin, bajarê Xezeyê bê dorpêçkirin û piştî êrişan bajarê bê dagirkirin. Di qonaxa duyemîn de dê navendê penaberan ên li Xezeyê bê dagirkirin.     NY’ê û saziyên civakî, hefetaya borî hişyarî dabû ku dê êrişa Îsraîl a li dijî Xezeyê ku xela lê hatiye ragihandin, “bandoreke bitirs a mirovî çêbike’.    62 HEZAR Û 895 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di şerê ku bi êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê re dest pê kir heta niha 62 hezar û 895 kesan jiyana xwe ji dest dane. 158 hezar kes birîndar bûn û 796 kes ji warê xwe hatin kirin. Ji ber xelaya şerê li Xezeyê jê 119 zarok 313 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.