Plana Trump a Xezeyê: Dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de be 2025-09-01 13:51:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Washington Postê, plana rêveberiya Trump a ji bo Xezeyê aşkera kir. Li gorî raporê, Xeze dê 10 salan di bin kontrola DYA’yê de bimîne.    Êrişên Îsraîlê yên bi alîkariya DYA’yê yên li dijî Xezeyê berdewam in. Washington Postê, plana rêveberiya Trump a ji bo Xezeyê ku ji 38 rûpelan pêk tê weşand. Li gorî nûçeyê, di planê de tê pêşbînîkirin ku 2 milyon Filistînî bi “dilxwazî” li welat an jî herêmên din bên veguhestin û herêm jî bi qasî 10 salan di bin kontrola DYA’yê de jinûve were avakirin.   Li gorî belgeyê, ji bo kesên cudabûnê qebûl bikin wê alîkariya 5 hezar dolar pere, 4 salan kirêya xanî û salekê jî alîkariya xurekê were dayîn. Ji bo kesên xwedî xak jî wê “jetonên dijîtal” bên dayîn da ku bikarin jiyaneke nû ava bikin yan jî “li bajarên bi piştgiriya zekaya çêkirî” daîreyan bigirin.   Plan armanc dike ku van bajarên ku wê febrîqe, navendên daneyan û hotel lê bên avakirin, bi razemeniya civakî-taybet fînanse bike. Di vê pêvajoyê de Xeze wê ji aliyê çêkereke îdarî ya bi navê “GREAT Trust” (Fona Veguherîn, Bilezkirina Aborî û Jinûve Avakirina Xezeyê) ve 10 salan were birêvebirin. Piştre tê plankirin ku dewrî rêveberiyeke Filistînê ya “hatî reformekirin û ji radîkalbûnê hatiye paqijkirin” were kirin.   Tê diyarkirin ku plan li derdora Weqfa Mirovî ya Xezeyê (GHF) a bi piştgiriya Îsraîl û DYA’yê şêwe girtiye. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî têkildarî mijarê şîrove nekir.   Serokê DYA’yê Donald Trump gotibû, divê Xeze ji aliyê DYA’yê ve were dewrgirtin û veguhere “Riviera’ya Rojhilata Navîn.”    XETEREYA ‘PAQIJIYA ETNÎKÎ’       Ev nêzîkatî li Îsraîlê ji aliyê derdorên rastgir ên tund ve tê destekkirin, lê ji aliyê welatên Ereb û gelek dewletên Rojavayî ve hate redkirin. NY’ê jî hişyarî da ku plan xeteriya “paqijiya etnîkî” digire nava xwe.