Tulay Hatîmogûllari: Em wêrek bin û gavên berbiçav biavêjin 2025-09-01 21:48:59   AMED- Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku bi meşa bihişmet a li Amedê bi xurtî xwedî li peyama aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye derketin û bang li desthilat, dewlet û muxalefetê kir bi berpirsiyarî tevbigerin.    Piştî meşa 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllariyê bilêv kir ku meşa li Amedê bersiveke xurt daye peyama ji Îmraliyê hatiye û got: "Ev qelebalix, bersiva xwedîderketineke xurt a li peyama ji Îmraliyê hatiye."   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku careke din nîşandan ku xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin û wiha got: “Divê Enqere li Amedê binêre û vê peyama xurt bigire. Komîsyon xebatên xwe didomîne. Em xebata komîsyonê binirx dibînin lê em li benda xebateke cidî û encamgir in. Divê ewilî komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Banga aştî û civaka demokratîk girîng e rêxistinê ev guhdar kir û merasîma çek şewitandinê li dar xist. Ji bo ku pêvajoya çekdanînê bidome divê gavên pêwîst bên avêtin û qanûna taybet bê çêkirin. Xaleke din jî ew e ku qanûna wekheviya înfazê ye. Divê ew jî demildest were Meclisê. Divê qanûna danîna qeyiman bi paş ve were kişandin û şaredar biçin ser peywîra xwe. Divê biryarên DMMEyê û AYMê werin bicihanîn û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”   Tulay Hatîmogûllari got ku “Divê mal bi mal tax bi tax bajar bi bajar em xwe bi rêxistin bikin” û destnîşan kir ku weke jin girêdayî felsefeya jin jiyan azadiyê ne. Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: “Hemû gelên me aştiyê dixwazin. Dema em li meş û mitîngan dinêrin gelên me dibînin ku ev pêvajo çiqas girîng e. Gel dixwazin bi awayekî cidî nêzî vê pêvajoyê bibin.”   Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji gelên me yên hêja re em zêdetir xwe birêxistin bikin ku em jî li qadan banga li Îmraliyê bilind bikin û aştiyê ava bikin. Em ê teqez aştiyê ava bikin.”   Piştî axaftinan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.