Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir 2025-09-06 09:06:07   WAN - Malbat û xwendekarên ku ji bo dibistanê amadekariyê dikin, ji ber fiyetên biha, berên kirtasiyeyê yên bêqalîte tercîh dikin.   Dê dibistan di 8'ê Îlonê de vebin. Bi vê re li kirtasiyeyan û cihên pirtûkên kevn difiroşin liv û tevgereke zêde dest pê kir. Lê belê bihabûna fiyetan barê gelek malbatan giran dike. Ji ber vê malbat berê xwe didin berên kirtasiyeyê yên herî erzan û xwendekarên amadekariya azmûnan dikin jî berê xwe didin pirtûkên kevn. Kirtasiyevan û sahafan anîn ziman ku ji ber krîza aborî malbat û xwendekar ji bêgavê berê xwe didin berên bêqalîte.    Nûsrettûlah Sûsan ku 25 sal in li Wanê pirtûkên kevn difiroşe, anî ziman ku xwendekarên rewşa wan a aborî nebaş pirtûkên kevn tercîh dikin. Sûsan got: "Sedema ku xwendekar nikarin pirtûkan bikirin, rewşa aboriyê ye ku 10 sal in xirab e. Xwendekar li vir pirtûkan bi fiyetekî nîvînîvî distînin. Hin xwendekarên amadekariya azmûnan dikin, tew nikarin pirtûkên kevn jî bikirin. Ji dêvla vê diçin fotokopiya wan dikişînin. Di vê rewşê de barê malbatan jî giran dibe. Li her malê herî kêm du xwendekar hene û di vê pêvajoyê de ji bo her xwendekarekî/ê 15 pirtûk hewce ne. Ger rabin pirtûkan bistînin serê kesekî/ê 5-6 hezar lîre ye. Lewma hem malbat hem jî xwendekar berê xwe didin pirtûkên kevn an jî fotokopiyan."    Kirtasiyevan Mehdî Gerçeklî jî ragihand ku karê wan kêm bûye û got: "Gelek malbat ji ber fiyetê erzan berê xwe didin marketan û li wir berên bêqalîte distînin. Malbat û xwendekar zehmetiyê dikişînin. Gelek malbat debara xwe bi meaşê kêm dikin. Ger malbat di kirê de be, ancax kare debara xwe bike. Ev jî dibe cihê pirsgirêkeke mezin. Amûrên kirtasiyeyê her sal biha dibin. Malbat zehmetiyê dikişînin."    Mehmet Zekî Sadakê ku 25 sal in kirtasiyevaniyê dike anî ziman ku mirov ji ber fiyetên biha mexdûr in. Sadak got: "Welatiyên Wanê piraniya wan bi meaşê kêm dixebitin. Ji ber vê ez hem amûrên biqalîte hem jî yên bêqalîte tînim. Li her malê herî kêm 3 xwendekar hene. Ev jî barê malbatê giran dike. Xwendekarên amadekariya azmûnan dikin hene û her roj pirtûk biha dibin. Ji bo xwendekarekî serê dersekê herî kêm 3 pirtûk hewce dikin. Ev jî barê malbatan pir giran dike."