'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê' 2025-09-06 10:14:17   AMED - Hevserokê MEBYA-DER Amedê Ramazan Dengiz diyar kir ku êrişên dewletê yên li ser merasîmên cenaze û sersaxiyê zirarê didin pêvajoyê û got: "Ev, mîna ku tu miriyan careke din bikujî."    Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê çareserkirina meseleya kurd de, li meclisê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hat avakirin. Her çend komîsyon xebatên xwe didomîne jî, dewletê ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu gavên berbiçav neavêtiye.   Di demeke ku behsa aştiyê tê kirin de, helwesta nêzî cenazeyên gerîlayên HPG û YJA STAR'ê bûn cihê bertekan. Mudaxileyên li şînan û merasîmên cenazeyan, astengkirina mafê definkirinê û texrîbkirina goristanan didomin.    Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê Ramazan Dengiz, diyar kir ku divê dewlet bi nirxên gelê kurd re li hev bike û banga rêzgirtina li mafê definkirinê kir.   ‘CAREKE DIN KUŞTINA MIRÎ'   Dengiz diyar kir ku malbatên ku di şerê 50 salî de zarokên xwe winda kirine, bi her awayî xwedî li vê pêvajoyê derketine û got ku dayikên kurd di 50 salên pevçûnî de bedêlên giran dane, lê dîsa jî ji bo aştiyê diqîrin. Dengiz bal kişand ser êrişên dewletê yên li ser miriyên kurd û got: "Ji damezrandina komarê ve, bêrêziyeke mezin li hember goristanên me hatiye kirin. Wekî ku hûn dizanin, cihên veşartina Seyîd Riza, Şêx Seîd û Seyîd Nursî nayên zanîn. Bi taybetî, bêrêziyeke mezin li hember goran hatiye nîşandan. Di 10 salên dawî de, wan hewl da ku me bi zorê çokê bime bidin şikandin. Gelek goristanên li Gabar, Herekol û Garzanê hatine bombebarankirin. Ez bawer nakim ku di dîroka cîhanê de tiştekî wisa qewimîbe. Gelo kuştina kesekî mirî cara duyemîn hatiye bihîstin? Ev tiştekî nebihîstî ye."   ‘HELWESTEKE DUALÎ HEYE'   Dengiz bertek nîşanî nêzîkatiya dewletê ya li hember miriyan da û got: "Em 15-20 roj berê çûn goristana li Cîzîrê û li wir bêrêziyeke mezin hat kirin. Wan hemû malên sersaxiyê yên li wê taxê girtin. Destûr nedan me ku em şînê deynin. Dema ku cenaze hat definkirin êrişî malbata me ya li Cîzîrê kirin. Bêrêziyeke mezin hat kirin. Li gel vê bertekeke mezin çêbû. Wisa dixuye ku du aliyên vê pêvajoyê hene; ew bi awayekî cuda tevdigerin. Gelo ev ji aliyê hikûmetê ve tê kirin, an jî ew bi xwe vê helwestê nîşan didin, em hîn jî bi tevahî fêm nakin. Lê diyar e ku ji bo aştiyê tu aqilekî stratejîk tune. Ew hîn jî gotinên nexweş dikin."   Dengiz destnîşan kir ku hemû beşên civakê li Tirkiyeyê di şerê 50 salî de êş kişandine û got: "Me di şerê 30-40 salî de êş kişandiye, wan jî êş kişandiye. Ji ber vê yekê, derd û êşên me wekhev in. Divê em hemû bi hev re, bi hêz barê vê pêvajoyê hilgirin."   Dengiz destnîşan kir ku divê dewlet hay ji zimanê xwe hebe û got ku zimanê ku ji hêla rayedarên dewletê û çapemeniyê ve tê bikar anîn zirarê dide pêvajoyê. Dengiz destnîşan kir ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin girîng e û ew ê jî biçin komîsyonê. Dengiz got: "Wekî ku hûn dizanin, Dayikên Aştiyê çûn wir û hewl dan ku bi kurdî biaxivin da ku daxwazên xwe bînin ziman. Lêbelê, wan bi tundî bertek nîşan dan û gotin, 'Hûn nikarin bi kurdî biaxivin.' Di serdema pêş de, em ê daxwazên xwe di komîsyonê de bînin ziman. Malbat hene ku bi salan e li hestiyên zarokên xwe digerin. Em ê daxwaz bikin ku ev hestî werin dîtin. Em ê daxwaz bikin ku ji bo dîtina zarokên malbatên ku serî li banka DNA'yê dane, şandeyek were avakirin. Divê ev şande nûnerên hemû saziyan di nava xwe de bihewîne. Em ê li ser êrişên li ser goristanan jî nîqaş bikin. Em ê li ser mafê veşartinê nîqaş bikin. Em ê daxwaz bikin ku dewlet bi miriyên me re li hev bike. Em bi malbatan re dicivin da ku daxwazên wan zêde bikin.".   MA / Fethî Balaman