EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir 2025-09-09 13:50:17 STENBOL - EUTCC, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nameyek şand û ji bo Tirkiye biryara “mafê hêviyê” tavilê bicih bîne jê xwest bikeve nava tevgerê.    Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC), der barê biryara “Mafê Hêviyê” de ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Nûnerên welatên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û nûnerên daîmî re name şand. Di nameyê de EUTCC’ê bal kişand ser plana çalakiyê ya dawî ku Tirkiyeyê ji Komîteyê re şandibû û helwesta wê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ji vî mafî bêpar hiştibû, hat bibîrxistin.    Di nameya bi îmzeya Seroka EUTCC’ê Prof. Kariane Westrheim de hate gotin ku ne tenê ji bo mafên şexsî yên Abdullah Ocalan lê ji bo çaresriya pirsgirêka Kurd jî şert e biryara “mafê hêviyê” were cîbickirin.    TEVAHIYA NAMEYÊ     Nameya bi taybet jî ji bo Nûnera Daîmî ya Îrlandayê li Konseya Ewropayê Ragnhildur Arnlijótsdóttir re hatiye şandin wiha ye:   “Birêz Ragnhildur Arnlijótsdóttir,   Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC), têkildarî Tirkiyeyê li ser ‘Mafê hêviyê’ ku yek ji pîvanên bingehîn ên Konseya Ewropayê ye xîtabî we dike.   TIRKIYE MECBÛR E BIRYARAN BICIH BÎNE     Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di Adara 2014’an de biryar da ku cezayên hefsê yên heta hetayê bêyî îxtîmala berdanê, binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Di civîna we ya Îlona 2024’an de, hûn li ser mecbûriyeta bicîhanîna vê biryarê jî axivî. Di plana xwe ya nû ya çalakiyê de ku pêşkêşî komîteya we hatiye kirin de Tirkiyeyê ragihand ku ew ê ‘Mafê Hêviyê’ nede Abdullah Ocalan û girtiyên ku cezayên girankirî yên heta hetayê li wan hatiye birîn. Ev rewş pirsgirêkên mezin çêdike û nayê pejirandin. Wekî endamek Konseya Ewropayê û namzetek ji bo Yekîtiya Ewropayê Tirkiye mecbûr e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bicîh bîne.   Ji ber ku di pêkanîna biryara DMME’yê tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin, em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku li gorî biryarên ku di Îlona 2024’an de hatine girtin, demildest tevdîran bigire da ku Tirkiye bêyî derengmayîn berpirsyariyên xwe bicîh bîne.   JI BO AŞTIYÊ JÎ GIRÎNG E   Pêkanîna biryara ‘Mafê Hêviyê’ ne tenê ji bo mafên şexsî yên Abdullah Ocalan, di heman demê de ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna welêt, di çarçoveya diyaloga di navbera Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de, ji bo misogerkirina aştiyê, girîng e.”