Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin 2025-09-10 11:18:50 ŞIRNEX - Ekolojîstên ku li dijî eko-qirkirinê meşiyan Bestayê bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û gotin ku bi têkoşîna rêxistinî serkeftin pêka ne.    Li Bestayê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, piştî meşeke mezin a li dijî wêrankirina xwezayê ya li herêma Şirnexê bi dirûşmeya 'Em rê nadin wêrankirina ekolojîk, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin' nobeta şevê hate lidarxistin. Nûnerên tevgerên ekolojîk ên li Tirkiye û Kurdistanê beşdarî meş û nobetê bûn û ên Amed, Mêrdîn û Rihayê li gel Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Polen Ekolojiyê diyar kirin ku divê tevgerên ekolojîk ji bo civakîbûna aştiyê û aştiya ekolojîk têkoşîneke hevpar bê meşandin.   HERÊMA KU 35 SAL IN QEDEXE YE   Aktîvîsta Polen Ekolojiyê Cemre Nayir ku ji Stenbolê beşdarî xwepêşandanê bû têkildarî çalakiyê wiha axivî: "Her tim dihat gotin ku li vir di bin navê lêgerîna petrolê de xweza tê talankirin, lê tiştên ku me dîtin cûdatir e. Bi berxwedana gel li dijî talana xwezayê em hatin herêmeke ku 35 sal in qedexe ye. Ev civak li ser erdên ku 35 sal in qedexe ye govendê digerîne. Ev tiştekî pir hêja ye. Dar tên birîn. Cûdî veguheriye qada madenê. Di lêgerînên petrolê de teknîka perçiqandinê tê bikaranîn. Ev rêbaz li Ewropayê qedexe ye ji ber ku çavkaniyên ava binê erdê jehrî dike. Lê li vir tê pêkanîn. Ev yek nîşan dide ku li herêmê pratîkên talanker û şerê taybet tên bicihanîn. Li vir pirsgirêka avê nebû lê ji ber polîtîkayên rantê niha pirsgirêka avê heye. Îsal li Şirnexê pîleya germahiyê derket 50 dereceyî û rekor şikand. Weke tevgereke ekolojîk a navendî ku di serî de li rojavayê Tirkiyeyê ye, em vê herêmê û berxwedana wê dizanin û nas dikin."   ‘EM NEÇARÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR IN’   Cemre Nayir diyar kir ku divê hemû tevgerên ekolojîk têkoşîna hevpar bimeşînin û wiha got: "Axa ku em li ser radiwestin heman ax e, hewaya ku em nefesê digirin heman hewa ye û roja ku bi ser me de derdikeve heman roj e. Dema ku em ji bo tiştek ku li Kendava Meksîkayê diqewime şînê digirin, divê em jî ji bo hilweşîna li vir şînê bigirin û piştgiriyê bidin. Divê em nîşan bidin ku em ji Cerattepe heta Şirnexê li her derê di nava hevgirtinê de ne. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin. Wêraniya ku li Bestayê pêk tê divê bandorê li her kesê li Stenbolê dijî. Qeyrana avê ya li Stenbolê ji jêbirina daristanên li Bestayê ne dûr e; ew hemî bi hev ve girêdayî ne. Heman sermaye vê hilweşînê pêk tîne. Patron li Stenbolê ne, lê li her derê wêran dikin. Gerstêrkek heye û ew aîdî me hemûyan e. Divê em di nava hevgirtinê de bin û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Dijminê me zelal e û divê em bi hev re li dijî wê tevbigerin. Divê em aştiyê civakî bikin. Bi vî awayî em dikarin aştiya ekolojîk jî pêk bînin."   ‘BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ SERKEFTIN PÊKAN E’   Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Gokhan Saran da zanîn ku bi salan e li Şirnexê bi zanebûn dar tên birîn, polîtîkaya bêmirov hiştinê di meriyetê de ye û wiha axivî: “Ev pêkanîn ne tenê li Şirnexê her wiha li navçeyên Pasûr û Licê yên Amedê jî eko-qirkirin di meriyetê de ne. Pêwîst e li hemberî van polîtîkayan têkoşîneke rêxistînî bê meşandin. Wek Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ji bo têkoşîna hevpar em hatin Bestayê. Em bang li hemû rêxistinên ekolojîk dikin ku bila berê xwe bidin Bestayê. Bi têkoşîna rêxistinê serkeftin pêkan e. Di meha mijdarê de em ê li hemû deverên ku eko-qirkirin heye çandiniya daran bikin.”   ‘RÊYA AŞTIYÊ DI XWEZAYÊ RE DERBAS DIBE’   Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Felemez Onen bal kişand ser zêdebûna hilweşîna ekolojîk û wiha axivî: "Di 10 salên dawî de li Kurdistanê hilweşandina ekolojîk zêde bûye. Li Şirnexê xweza di bin navê maden, lêgerîna petrolê û avakirina qereqolên leşkerî de tê talankirin. Jiyan tê tunekirin. Dema bendavek tê çêkirin, jiyanek ji holê radibe. Em li vir kom bûn da ku li Şirnexê hilweşîna ekolojîk vebêjin. Divê hemû komeleyên ekolojiyê yên li Tirkiyeyê bala xwe bidin Şirnexê. Rêya aştiyê di xwezayê re derbas dibe. Bêyî azadiya xwezayê ne mimkûn e ku mirov behsa aştiyê bike."   ‘EKOLOJÎ TEMÎNATA AŞTIYÊ YE’   Berdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Erdogan Odûk diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê hilweşîna ekolojîk bi awayekî berbiçav zêde bûye û wiha got: "Sedema ku em li Şirnexê ne, ew e ku bajar weke qada madenê ya vekirî hatiye îlankirin. Gelek wêraniyên ekolojîk hene, ji kanên komirê bigire heta lêgerîna petrolê û qereqolên leşkerî. Em ber bi Besta ve meşiyan û ji bo balê bikişînin ser vê nobetê li dar dixin. Em ber bi Besta'yê ve meşiyan, lê hilweşîna ekolojîk tenê li Bestayê pêk nayê. Em li dijî talankirina xwezayê ya ku li her derê pêk tê meşiyan. Eger em îro behsa aştiyeke bi rûmet bikin, em nikarin ji ekolojiyê cûdatir bifikirin. Ekolojî garantiya aştiyê ye. Eger em dixwazin li ser aştiyê biaxivin, divê di zûtirîn dem de hilweşîna ekolojîk bi dawî bibe."     MA / Emrullah Acar - Zeynep Durgut