Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir 2025-09-10 14:13:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Sendîkayên Herêma Dundeeyê yên Skoçyayê têkildarî “Mafê hêviyê” ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şand û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.    Sekreterê Konseya Sendîkayên Herêma Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott li ser navê saziya xwe têkildarî “Mafê Hêviyê’ ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand. Arnott, bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 15’ê Îlonê de têkildarî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi taybetî jî têkildarî “Mafê Hêviyê” bicive.   Nameya Mike Arnott wiha ye:    “Di sala 199’an de Abdullah Ocalan hate revandin, li Girtîgeha Girava Îmraliyê hate rehîngirtin û li vir ji aliyê dadgheke leşkerî ya taybet ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Di gel ku di sala 2002’yan de li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hate rakirin, cezayî wî veguherandin cezayê muebbeda girankirî, anku veguherandin cezayê hefsê yê muebbedê ku îxtîmala wê ya tehliyeya bi şert tune ye. Ev cezayê hefsa muebbeda girankirî ku beriya wê di pergala cezayî ya Tirkan de qet nehatibû bikaranîn, tê fêmkirin ku bi taybetî ji bo Ocalan anîne lê belê piştre heman ceza bi sedan girtiyên siyasî hate birîn.    DIVÊ MÊKANÎZMAYÊN JI BO BERDANA OCALAN BÊN AVAKIRIN   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) du caran (2003/2005 û 2014’an) biryarên şermezarkirina ku dewleta Tirk mafên Ocalan binpê kirine, da. Lê belê dewleta Tirk heya roja îroyîn têkildarî bicihanîna van biryaran tê pêngav neavêtine. Bi taybetî jî tişta girîng, biryara ku Dadgehê di sala 2014’an de daye ya têkildarî binpêkirina qedexeya cezayê hefsa muebbedê yê dermirovî û îxtîmala tehliyeya bi şert tune ye û miameleya biçûkxistinê û ji bo naskirina ‘Mafê hêviyê’ pêkanîna reformên yasayî yên eleqedar e. Ev yek di sepanê de tê wateya ku doza Ocalan jinûve were lêkolînkirin û mekanîznayên ji bo derfeta tehliyeyê werin avakirin.   KOMÎTE BILA BÊDENG NEMÎNE   Komîteya Wezîran di Îlona sala 2024’an de, têkildarî doza Ocalan civînek li dar xist û salek wext da Tirkiyeyê. Sekreterya hate erkdarkirin ku heke Tirkiye di nava salekê de biryara Dadgehê bi cih neîne, amadekariyên tevdîrên werin girtin bike. Di mehên havînê de Tirkiyeyê diyar kir ku Abdullah Ocalan jî di nav de ew ê ji bo girtiyên ku cezayê hefsa muebbeda girankirî lê hatine birîn, ‘Mafê hêviyê’ nas bike. Rewş êdî gelekî aşkera ye û dema ku Komîteya Wezîran li hemberî rewşê bêdeng nemîne, hatiye.   OCALAN SERMUZAKEREVANÊ PÊVAJOYÊ YE   Weke sermuzakerevanê pêvajoya ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ berdewam dike û nûnerê rewa yê gelê Kurd,  divê destûr were dayîn ku Ocalan bi awayekî tam beşdarî pêvajoyê bibe û ji ber vê yekê jî were berdan. Serketina vê pêvajoyê, wê ji bo herêmê encamên berfirehtir derxîne holê û ji bo xurtkirina aştî û civakên demokratîk pêşiya pêvajoyên hevşib veke. Di çarçoveya Rojhilata Navîn de ku lê şerên di navbera netewedewletan de her ku diçe zêdetir dibin, israra têkildarî aştî û xwerêvebirina demokratîk, wê ji piraniya krîzên heyî re çareseriyê pêşkêş bike û girîngtir bibe.   BANGA BERDANA OCALAN KIR    Em daxwaz dikin ku Komîteya we vê derfetê bi kar bîne û zextê li Hikûmeta Tirkiyeyê bike ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û Ocalan serbest berde.”