'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn' 2025-09-13 09:11:56   STENBOL – Parêzer Eşber Yagmûrderelî got: "Azadiya Abdullah Ocalan rewşek e ku bi hebûna xwe giraniyekê li aştî û demokrasiya Tirkiyeyê bar dike. Ji bo vê yekê, divê mafê hêviyê bê şert û merc bê bicîhanîn."   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber cezayê heta hetayê yê bêyî îhtîmala berdanê wekî binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand, biryar da ku mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. DMME'yê di biryara xwe ya 2014'an de, ji Tirkiyeyê xwest ku cezayê muebbedê yê girankirî biguherîne. Lêbelê, 11 sal derbas bûne Tirkiyeyê hê jî guhertinên qanûnî nekiriye. Ji ber vê, doz ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hat şandin ku xwediyê karbidestiya şopandina pêkanîna biryarên DMME'yê û ferzkirina mueyîdeyan e. Komîte ku berê ji bo nirxandina Tirkiyeyê civiyabû, dê di Civîna Mafên Mirovan de ku dê di navbera 15-17'ê Îlonê de were lidarxistin, plana çalakiyê ya Tirkiyeyê ya der barê mafê hêviyê de binirxîne. Hiqûqnas diyar dikin ku plana çalakiyê ya ji hêla Tirkiyeyê ve hatî pêşkêşkirin pirsgirêkê çareser nake û ji ber vê li bendê ne ku Komîte biryarek demkî der barê Tirkiyeyê de bide.   Parêzer Eşber Yagmûrderelî ku mafê hêviyê, helwesta Tirkiyeyê û biryara gengaz a Komîteyê nirxand, diyar kir ku biryarên DMME'yê ji bo Tirkiyeyê ku endamê Konseya Ewropayê ye, esas in û divê Tirkiye mafê hêviyê nas bike û sererastkirinên di vî warî de çêbike. Yagmûrderelî anî ziman ku xala 17'emîn a Qanûna Li Dijî Terorê (TMK) ferz dike ku cezayê hepsa heta hetayê, heta mirinê ye. Yagmûrderelî got: "Ger hin şert û merc bên bicîhanîn, îhtîmaleke herî piçûk jî tune ku girtîyek jî were berdan."   'DIVÊ BÊYÎ ŞERT BÊ PÊKANÎN'   Yagmûrderelî diyar kir ku mafê hêviyê di sala 2013'an de ketiye nav hiqûqa Ewropayê û got: "Ji ber ku Abdullah Ocalan 25 sal cezayê girtîgehê temam kiriye, divê ew karibe ji mafê xwe yê hêviyê sûd wergire. Nebicîhanîna vî mafî binpêkirina mafên mirovan e. Azadiya Abdullah Ocalan rewşeke wiha ye ku bi hebûna xwe giraniyê dide aştî û demokrasiya Tirkiyeyê. Ji bo ku ev pêk were, divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicîhanîn û heke ew bixwaze divê were berdan. Daxuyaniya ji devê kesê yekem ê dewletê (Devlet Bahçelî) ku got 'Bila were li meclisê biaxive,' bi awayekî sergirtî qebûlkirina mafê hêviyê nîşan dide. Û li Tirkiyeyê gelek kes ji devê Devlet Bahçelî hîn bûn ku mafê hêviyê heye."    'BIRYARÊN DMME'YÊ NABIN CIHÊ NÎQAŞÊ'   Yagmûrderelî bi bîr xist ku dema dawî ya ku ji aliyê Komîteyê ve ji bo plana çalakiyê ji bo Tirkiyeyê hatiye terxankirin di 15'ê Îlonê de diqede û got ku desthilat guh nade biryarên DMME'yê. Yagmûrderelî ku got "Ez bawer dikim ku Komîte dê biryara rast bide" anî ziman ku teqezbûna di biryaran de yan jî nederbasbûna wan bi siyasetê ve girêdayî ye.   Yagmûrderelî diyar kir ku mafê hêviyê mijareke mafên mirovan e û nayê bazarkirin û got ku ya kiriye ku şirîkê desthilatê vê meseleyê bide ber nîqaşan pêşketinên li herêmê be. Yagmûrderelî got ku li hemberî van geşedanan pêdiviya desthilatê bi desteka Abdullah Ocalan heye.    Yagmûrderelî diyar kir ku pêvajoya berdewam, pêşketinên li Sûriyeyê û mafê hêviyê ji hev serbixwe nînin û got: "Tirkiye li ser xaçerêyekê ye: Tirkiye an dê hilbijartinê bibîne an jî şer. Ger sibê hilbijartin hebe, eşkere ye ku desthilat dê winda bike. Ev ji ber ku muxalefet, bi taybetî CHP û hêzên demokratîk piştgiriya xwe ji hikûmetê vekişandine. Ji ber ku çavên wan nabire ber bi hilbijartinê ve biçin, pêdivî bi şerekî heye; ew şer şerê Rojavayê ye. Bi kurtasî, Tirkiye, bi piştgiriya Muhemed El-Colanî, berdewamê El-Qaîdeyê, dixwaze ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê teslîmî rêveberiya El-Colanî û DAIŞ'ê ya nû bibin. Ji ber avaniya QSD'ê, ev ne mumkin e. Ji ber ku di nav hêzên çekdar de gelek şervanên jin hene. Nayê fikirîn ku ew niha teslîmî DAIŞ'ê bibin. Destwerdana li Rojavayê mimkun e, lê bi îhtimaleke pir dûr. Dibe ku AKP ji ber xwesteka xwe ya desthilatdariyê vê yekê bixe xetereyê; lêbelê, Ocalan her wiha diyar kiriye ku meseleya Rojavayê xeta wî ya sor e. Ji ber vê yekê, heke desthilat ku ji Abdullah Ocalan piştgiriyê hêvî dike, rêyeke wisa bigire dest, ev dikare bibe sedema windakirina her kesî. Dîsa jî, di çarçoveya tecrûbeyan de, hinekî zehmet e ku mirov bêje desthilata siyasî ya li Tirkiyeyê bi rêya mantîqê tevdigere. Divê mirov meseleya mafê hêviyê jî di çaçroveya van pirsgirêkan de binirxîne."    Yagmûrderelî diyar kir ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin, armanc ew bûye ku veguhere dezgehek ku li gorî polîtîkayên hikûmetê, yên ku ji raya giştî veşartî ne, tevbigere; lêbelê, hêzên demokrasiyê, DEM Partî û CHP, ev plan pûç kirin û eşkere kirin. Yagmûrderelî got: "Ji ber vê yekê, komîsyon dikare daxwazên din bike da ku pêşketinên di çarçoveya mafê hêviyê de misoger bike. Ji ber ku mijara aştî û civaka demokratîk mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye û ev mijar her tim pêş dikeve. Ji ber vê yekê, pêşveçûna Tirkiyeyê ya ber bi aştî û civaka demokratîk ve dê bi rêya mafê hêviyê were bidestxistin û berdewam bike."   MA / Esra Solîn Dal