Hejmara nû ya kovara Jinê derket 2025-09-14 09:17:27   STENBOL - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Li ser şopa Jîna Emîniyê Jin Jiyan Azadî" derket.      Hejmara 133’yemîn a kovara Jinê bi manşeta “Li ser şopa Jîna Emîniyê Jin Jiyan Azadî" derket. Kovarê di vê hejmarê de bal kişand ser têgehên jin, jiyan û azadî.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:    “*Şoreşa Jin Jiyan Azadî didome / Rojda Bedîa Akkaya   *Jin Jiyan Azadî / Sakîne Esen Yilmaz   *Jin, Jiyan, Azadî / Canan Gullu   *Hilavêtina demarê / Zîlan Diyar   *Rizgarî di destê jinan de ye / Ozgur Demîr    *Di qotîka Înanna û Medusayê de rastiya jinê / Gulan Îraz”