Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?' 2025-09-17 09:35:53 WAN - Bav Nîzamettîn Kabaîş ku nêzî salek e ji bo aqûbeta keça xwe pirsa "Çi bi serê Rojînê hat?" dike, heya niha 14 caran ji Amedê hatiye Wanê û doza edaletê dike.    Mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş (21), xwendekara pola yekem a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê, hîn jî di rojevê de ye. Rojîn Kabaîş gava di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha xwe derket pê ve, tu xeber ji wê nehat girtin. Cenazeyê wê di 15'ê Cotmeha heman salê de li Taxa Molla Kasim li peravên Gola Wanê hat dîtin. Salek di ser bûyerê re derbas bûye, lê hê jî biryara nepenîtiyê li ser dosyeyê heye û bi vê re gelek pirs bê bersiv mane. Malbata Kabaîş, bêwestan ji bo eşkerekirina aqûbeta keça xwe têkoşîna xwe didomîne.   Malbat, di salekê de 14 caran hatiye Wanê û li vir bi sazî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin pêk aniye û hema bêje di salekê de 100 rojên wê li Edliyeya Wanê û kuçeyên bajêr derbas bûye. Bav Nîzamettîn Kabaîş, di vê çûnhatinê de li aliyekî bi dozgerê dosyeyê re hevdîtin pêk anîne, li aliyê din jî çûye baroyê, zanîngehê û gundê ku Rojîn lê winda bûye û li aqûbeta keça xwe pirsiye.    Ligel nêzîkbûna salvegera yekem a windabûna Rojînê, bav Nizamettîn Kabaîş, li Wanê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne. Kabaîş got: "Ger doz neyê çareserkirin, ez ê li vir bi tevahiya malbata xwe re li ber dozgeriyê (edliyeyê) rûnim. Ger ez li vir encamekê negirim, ez ê her roj li ber avahiya meclisê rûnim û bipirsim, 'Çi bi serê Rojînê de hat?'"   ‘SALEK E EM ÊŞEKE GIRAN DIKIŞÎNIN'     Kabaîş, bilêv kir wan di salekê de êşeke giran kişandiye û got: "Ez îsal 14 caran ji bo hevdîtinan hatim Wanê. Malbata min jî bi min re hat vir. Di dosyeyê de nimûneyên DNA'yê yên du kesan hene, lê kesekî girtî tune ye. Nîşanên êrişê û gelek tiştên din hene, lê dosye hîn jî di bin biryara nepenîtiyê de ye. Parêzerên me nikarin bigihîjin dosyeyê, ew nikarin daxuyaniyan bidin û ev yek me dixe nav tengasiyê. Ger biryara nepenîtiyê bê rakirin û em bibînin ka di dosyayê de çi heye, em ê karibin bêhna xwe vedin. Em êdî nikarin tehemûl bikin. Ez di nîvê şevê de şiyar dibim û dipirsim, 'Çi bi serê Rojînê de hat?' Çi bi serê xwendekareke sê rojî hat? Em gelek caran hatine dozgeriyê û me heman pirs pirsiye, lê me bersivek negirtiye. Çima ev doz li zanîngeheke bi ewqas teknîk lê heye, nayê çareserkirin? Li her derê kamera hene, lê em xwe nagihînin tu daneyan."    ‘2 SAZIYÊN DEWLETÊ SER SÛC DINIXUMÎNIN'     Kabaîş, diyar kir ku Rojîn hatiye kuştin û hewl hatiye dayîn ku ser bûyerê bê nixumandin û got: "Ji ber ku Zanîngeh û Rêveberiya Wargehan du saziyên dewletê ne, sûcên wan tên veşartin û ew piştgiriyê didin hev. Min hevkariya di navbera van her du saziyan de di şeva otopsiyê de kifş kir. Ev sazî, tevî rektor, hatin û beşdarî otopsiyê bûn. Heta wê demê jî, wan gef li min xwarin û ji min re gotin ku keça min xwe kuştiye. Çawa bavek dikare were û dema ku ew xemgîn be û meriv jê re bêje keça te xwe kuştiye? Her kesî bi yekdengî qebûl kir ku wê xwe kuştiye. Min qet bawer nekir û min ev mijar anî ziman. Divê kes ji min re nebêje, 'Keça min xwe kuştiye.' Keça min xwe nekuştiye; wan ew kuştiye. Nimûneyên DNA'yê yên du kesan li ser keça min hene. DNA'ya 200 kesan hat lêkolînkirin, lê derket holê ku ew ne DNA'ya hevalên wê, ne jî ya kesekî nêzîkî wê ye. Ji ber ku ew DNA, DNA'ya kujeran e. Du kujer hene û wan zirar daye keça min."   ‘DI DOZA ROJÎNÊ DE HER KES BÊDENG E'     Kabaîş, diyar kir ku salek e ku mirov li ber doza Rojînê bêdeng in û têra xwe deng nehatiye derxistin. Bav Kabîş got: "Ne çapemeniyê û ne jî siyasetmedar rola xwe di doza Rojînê de nalîzin. Ji bilî DEM Partiyê, kes vê mijarê li meclisê nayne ziman. Ango, kes napirse çima aqûbeta Rojînê salek e nehatiye eşkerekirin û kes dengê xwe dernaxe. Çima civak ewqas bêdeng e? Daxuyaniyên hatine dayîn têrê nakin. Dozger ji min re got, 'Li ser cilên Rojînê xwîn heye.' Ger xwîn hebe, çima salek e te negotiye û ew a kê ye? Her wiha li ling, qirik û pişta Rojînê birîn hene, lê ev yek ciddî nayên girtin. Em gelek êşê dikişînin... Ez çûm her derê da ku daxuyaniyekê bidim û nerazîbûnekê nîşan bidim da ku dengê Rojînê bê bihîstin. Min her rê ceriband da ku ew deng bê bihîstin. Îro, ez cara 14'an e hatime Wanê. Ez diçim her derê, cem dozger, rektor, baroyê. Ez 380 kîlometre rêwîtî dikim, lê rektor carekê jî bi me re hevdîtin nekiriye. Divê rektor bersiva pirsa "Çi bi serê Rojînê de hat?" bide. Rektor dizane şeva bûyerê çi qewimiye. Ez wî efû nakim. Rojîn xwendekara te bû, lê qet gazî min nekir. Ji min re gotin ku kamerayên li wir xerabe ne. Kamera me xerabe bûn, wan dîmen jêbirin."   ‘EZ Ê HER ROJ JI DEWLETÊ BIPIRSIM'     Kabaîş, Gulistan Dokûyê bi bîr anî û got: "Wan Gulistanê jî wekî Rojînê winda kiriye û ew hîn jî winda ye. Wan şopa Gulistanê winda kir, lê ez ê tu carî nehêlim Rojîn bê jibîrkirin. Ez ê heta ku dilopeke xwîn di laşê min de bimîne bitêkoşim. Her roj, ez ê ji dewletê bipirsim, 'Çi bi Rojînê hat?' Ger keça min ji mala min winda bûbûya, ew ê me hemûyan bigirta û ji min bipirsiya ka ew çawa winda bûye. Ji ber vê yekê, çima îro ji zanîngehê re tiştek nayê gotin? Çima nayê girtin? Xemsariya zanîngehê bû sedema mirina keça min. Zanîngeh û rêveberiya wargehê ji mirina keça min berpirsiyar in. Xewnên keça min nîvco man. Rojîn ne kesek wiha bû ku xwe bikuje. Çiqas israr bikin jî, keça min xwe nekuştiye; divê kes bi me re li ser xwekuştinê neaxive."   HEYA KENGÎ?    Kabaîş bilêv kir ku eger rastiyên dozê neyên eşkerekirin, ew ê li ber meclisê çalakiya rûniştinê bide destpêkirin û wiha domand: "Tevahiya malbata me dê li vir rûnê, pêşî li ber dozgeriyê û heke ne li vir be, wê hingê li ber avahiya meclisê. Ez ê her roj li vir rûnim û bipirsim, 'Çi bi serê Rojînê de hat?' Rojînê çi kir ku bû sedema mirina wê? Parlamenter, siyasetmedar û raya giştî divê biaxivin. Ma dê ax, kevir û dar biaxivin? Kî dê rave bike ka çi bi serê Rojînê de hatiye? Dewlet dê heta kengî li me temaşe bike? Em salek e êşê dikişînin. Saziyên xemsar hewl didin ku vê yekê veşêrin. Ev doz nayê girtin û rastî çi dibe bila bibe, ew ê derkeve holê. Cara dawî ku min ew dît, dozger got, 'Me tiştek dît, û DNA'ya du kesan heye. Em ê bê guman tiştekî bibînin.' DNA'ya du kesan, şopa tiliyên du kesan li ser telefona Rojînê û di otomobîla spî de ku çûbû gund du kes hebûn. Ev hemû peyamekê didin me. Divê her kes li ser vê rewşê bisekine. Niha, bersiva tu pirseke li ser dosyeyê tune ye."   MA / Adnan Bîlen - Ozlem Yacan