Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye 2025-11-13 10:50:18 DÊRSIM - Ekolojîst Yûsûf Topçu, ji bo mitînga ku dê di 16’ê Mijdarê de ji aliyê Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ve bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.  Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê, li dijî talankirina xwezayê ji aliyê Pergalên Enerjiyê ya Rojê (GES), Santralên Enerjiyê yên Hîdroelektrîkê û kanên madenê dê di 16’ê Mijdarê de bi sernava “em ê rê nedin talan û rantparêziyê, em ê bi serkevin, jiyanê bi serkeve” li Qada Seyît Riza mitînga hawirdorê li dar bixe.   Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzirê yê Dêrsimê Yûsûf Topçu, ji bo her kes nerazîbûna xwe nîşan bide banga tavlibûnê kir.    Topçu, diyar kir ku Dêrsim ji berê ve bi êrişên cuda re rû bi rû maye û destnîşan kir ku divê em aliyên dîrokî yên êrişên li xwezaya Dêrsimê paşguh nekin.    ‘POLÎTÎKAYA SALÊN 90’Î DIDOME’   Topçû, ev tişt got: “Di salên 90’î de koçberiyek zêde çêbû. Ji ber koçberiya bi darê zorê, sirûn, şewata gundan, şewata daristanan gelek kesên li gund dijiyan bê war û cîh man. Di van mercan de xweza, mirov, ziman û nasnameya m abi komî bi komkujiyan re rû bir û man. Gelek Dêrsimî ji neçarî koçî metropol û derveyî welat kirin. Welatiyên Dêrsimî ji salên 2000’î ve ji nû ve vegeriyan Dêrsimê û gundên xwe, xwezaya xwe ya talanbûyî ji nû ve ava kirin. Lêbelê êrişên îro yên li dijî xweza ya me berdewamiya polîtîkayên salên 90’î yên dewletê ne.”   ‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÊRIŞAN REWA YE’   Topçu, diyar kir ku li çaraliyên Dêrsimê ji 100’î zêdetir şîrketên madenê xwedî ruxsat in û yên herî balkêş ên li Bagir û Çiyayê Hel in û ev tişt got: “Li vî aliyê projeya Bîrman a li Ovacikê, Kizikaçyirê ye. Cevîzlîdere, Geyîksuytu, gundê Sîn, Qutlubahçer, Alîbogazi û Sekasurê hene. Bi projeyên madenê êrişê xweza û axa me dikin. Li ku dagirkerî û êriş hebîn li wir têkoşîn jî rewa ye. Em ê li dijî van êrişan xwedî li xweza ya xwe derkevin.”     ‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN ŞÎRKETÊN MADENÊ’   Topçu, diyar kir ku dê rê nedin tu şîrketên madenê û wiha pê de çû: “Em ê rê nedin ku Hewzaya Mûnzir û ya Hewzeya Firata Jorîn bên qirêjkirin. Di salên 1970’î de ji ber Bendava Kebanê beşek mezin a Dêrsimê di bin avê de ma. Ji ber vê yekê dîrok û bîrek tune kirin.”   BANGA JI BO MITÎNGÊ     Topçu, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne pêdiviya Tirkiyeyê ya şîrketan bi enerjiye heye. Armanca li vir dewlemendiya şîrketan e. Pêdiviya gel ne bi GES’ê ne jî bi bendavan heye. Em bendava ku li Alîbogazê tê çêkirin, naxwazin. Pêdiviya Dêrsimê bi enerjiye tune. Pêdiviya cemaweriyê jî bi enerjiye tune. Em ê li dijî xwezayê di 16’ê Mijdarê de mitîngê li dar bixin. Em ji bo dengek xwert, di 16’ê Mijdarê de bangî hemû Dêrsimî, hemû pêzvanên xweza û parêzvanên jiyanê dikin.”     MA / Şîrvan Şîlan Çîl