'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in' 2025-11-15 09:09:30   QERS - Mehmet Emîn Can ku 30 sal in îmamê dilxwaz e û ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dixebite, got: "Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne. Pirsgirêka rastîn ji qanûnên ku ji hêla kesên ku dewletan bi rê ve dibin ve tên danîn, derdikevin holê."   Gelek rûspiyên bawerî û gel piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, tînin ziman. Nûnerên bawerî û civakên curbicur ku vê dawiyê li Qersê ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatine cem hev, piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê anîn ziman. Mehmet Emîn Can, îmamekî dilxwaz ê xwedî ezmûneke 30 salan, yek ji wan kesan e ku beşdarî civînê bû. Can, bi wê bîr û baweriyê ye ku dê pêvajo bi ser bikeve. Can ku 30 salan bi dilxwazî îmamtî kiriye, kêfxweşiya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman. Can bal kişand ser girîngiya yekbûna gel û baweriyên cuda û got ku divê hemû gel û bawerî ji bo vekirina rêya çareserî û aştiyê werin cem hev.   Can behsa pêvajoya ku nêzîkî salekê ye berdewam dike kir û got: "Hin kes dixwazin her tişt di carekê de çêbibe, lê pêşî divê hin tişt werin nîqaşkirin. Pêvajo bêyî nîqaşê nikare pêş bikeve. Niha, beşên cuda yên civakê ji bo nîqaşkirina rewşa heyî dicivin. Divê em di vê pêvajoyê de hewl nedin ku niyeta kesî bixwînin. Berî her tiştî, divê em bi xwe jî baweriya xwe bi vê pêvajoyê bînin. Ger em baweriya xwe pê bînin, ez bawer dikim ku pêvajo dê vê carê bi ser bikeve."   PÊVAJOYA DÎROKÎ YA PIRSGIRÊKAN   Can diyar kir ku di dîrokê de, di navbera gel û baweriyan de cudakarî tune ye û got: "Pirsgirêka rastîn ji qanûnên ku ji hêla kesên ku dewletan bi r êve dibin ve tên e danîn derdikevin holê. Ev di navbera mirovan de pirsgirêkan diafirînin. Ev ne tenê li herêma me, li seranserê cîhanê rast e. Berê, bawerî û gelên cuda bi hev re dijiyan. Lêbelê, ji dema hatina desthilatdariya dewletan ve, pirsgirêk derketine holê ji ber ku hin kesan her gav hewl dane ku li gorî berjewendiyên xwe şikil bidin tiştan."    Can destnîşan kir ku cudahi çavkaniya dewlemendiyê ne û got: "Hatina cem hev a bawerî û gelên cuda sermayeyeke mezin e. Divê em vê dewlemendiyê biparêzin û jiyana hevbeş misoger bikin. Nimûneya herî baş a vê yekê Qers e ku ez 15 salan lê xebitîme. Cudahî dikarin bi hev re bijîn. Divê ev der ji bo her kesî bibe mînak."   MA / Omer Akin