Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan 2025-11-16 13:13:35 ENQERE - Derket holê ku ji kujerên Şûle Çetê, Berk Akand hatiye berdan.    Xwendekaran Zanîngehê Şûle Çet, ji hêla Çagatay Aksu û Berk Akand ve hatibû qetilkirin. Faîl Akand, ji sûcên “alîkarî daye sûcê kuştina biqesdî”, “êrişa zayendî ya biwesf”, “kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “alîkarî daye sûcê jiholêrakirina delîlan” dihat darizandin û 18 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Ev ceza, ji hêla Dadgeha Bilind ve jî hatibû erêkirin. Derket holê ku faîl Akand di meha Îlonê de hatiye berdan.    'EM Ê NEHÊLIN KUJER DI NAV ME DE BIGERIN’   Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîşê Edaletê li ser medyaya dijîtal peyamek parve kir û got: “Ji kujerên Şûle Çetê Berk Akand ku di encama têkoşîna me de 18 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, hate berdan. Em ê nehêlin kujer di nav me de bigerin! #BerkAkandTutuklansın”