Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin 2025-11-17 11:09:55 AMED - Komên Midûriyeta Karên Paqijiyê yên Şaredariya Peyasê, pere û zêrên di nav gilêşî de dîtin radestî xwediyên wan kirin.  Komên Midûriyeta Karên Paqijiyê yên Şaredariya Peyasê ya Amedê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, dema şevê din li Taxa Talaytepeyê gilêş kom dikir, poşetekî tê de pere û zêr hebûn ferq kirin. Komên paqijiyê hatin cihê gilêş lê komkirin û radestî xwediyên wan kirin.    Malbata ku tiştên wan lê hatine vegerandin, spasiya xebatkarên şaredariyê kir.    Midûriyeta Karên Paqijiyê yên Şaredariyê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Welatiyê me yê bazarvaniyê dike, telîsê ku hemû pereyê xwe têxistibûyê tîne malê. Hevjîna wî jî ferq nake û diavêje sergoyê. Dema hevalên me konteynira gilêşî vala dikin ferq dikin û radestî xwediyên wê dikin.”