NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir 2025-11-18 11:03:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Ewlekariyê ya NY’ê plana “aştiyê” ya Donald Trump a ji bo Xezeyê ku dibêje dê Lijneya Aştiyê were avakirin û Hêza Îstîqrarê ya Navneteweyî tê li wir bê peywirdarkirin, erê kir.    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di bin zexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de plana aştiyê ya ku Donald Trump ji bo Xezeyê amade kir bi 13 dengan qebûl kir. Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di dengdanê de Rûsya û Çîn bêalî man. Sefîrê Bilind ê DYA’yê yê li NT’ê Mike Waltz biryar weke “dîrokî û çêker” pênase kir.   Biryar bi rengekî fermî piştgiriyê dide plana aştiyê ku bingeha agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê ye. Plan erkê dide ku li Xezeyê hêzeke aramiyê ya navneteweyî (ISF) li Xezeyê ava bibe. Hîn nediyar e bê kîjan welat tev li vê hêzê bibin, lê belê wezîfeyên wê bi vî rengî ne; bi Îsraîl û Misrê re hevkariya ji bo ewlekariya sînor, demîlîtarîzasyona Xezeyê, bêçekkirina komên çekdar, parastina sivîlan û perwerdekirina hêzeke polîsan a Filistînî ya nû.   Biryara ku Rêveberiya Filistînê jî piştgiriya wê dike, destnîşan dike ku "Komîteya Aştiyê" bê avakirin ku heta 31'ê Kanûna 2027'an wezîfeyê bike. Ev komîte ku weke organa rêveberiya demkî ya Xezeyê ye, li gorî plana ji 20 xalan, tê plankirin ku ji aliyê Donald Trump ve bê birêvebirin. Trump qebûlkirina biryarê weke "Yek ji erêkirinên herî girîng ên dîroka Neteweyên Yekbûyî" bi nav kir û îdia kir ku ev yek "Wê hîn bêhtir aştiyê bîne tevahiya cîhanê."   Ji pêşnûmeyên beriya niha cudatir, biryar yekemcar îxtîmala avakirina dewleteke Filistînê bi eşkere destnîşan dike.   BERTEKÊN LI DIJÎ BIRYARÊ   Rûsyayê diyar kir ku biryar di mijara avabûna dewleta Filistînê de zêde bi pêş ve neçûye, lewma rexne kir. Hamasê jî ragihand ku ew biryarê red dike. Rêxistinê diyar kir ku biryar bi têrkerî bersivê nade mafên mirovî û siyasî yên gelê Filistînê. Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric qebûlkirina biryarê weke gaveke girîng ji bo xurtkirina agirbestê pênase kir.