Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were 2025-11-18 15:36:35 AMED - DAKAP’ê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da, banga 27’ê Sibatê silav kir û got ku dê aştî, azadî û wekhevî bi têkoşîna jinan were.    Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li ber Postexaneya Mezin a li Sûra Amedê daxuyanî da. Li ber postexanê pankarta “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve” hat hilgirtin û û dowîzên wek “Jin, jiyan, azadî”, “Mêr lêdixe daraz diparêze", “Ji bo Rojînê edalet", “Edaleta dereng ne edalet e" û “Bijî yekitiya jinan” û wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinên di zindanan de” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla endama DAKAP'ê Guneş Ozel ve hat xwendin.    Guneş Ozelê, diyar kir ku heta ku jin azad nebin civak jî azad nabin û got: "Avakirina aştî û civaka demokratîk dê bi saya jinan pêk bê. En dizanin ku bi têkoşîna rêxistinî em dikarin xwe biparêzin. Em ê li dijî êrişên kûrewî bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ jiyaneke demokratîk, azad û wekhev ava bikin.    Em li dijî şer aştiyeke bi rûmet, jiyaneke demokratîk, azad û wekheviyê diparêzin. Em ê li dijî şer, tundî xizanî û kedxwariyê bi hev re têbikoşîn. Em xwedî li banga 'Aştî û civaka demokratîk' derdikevin. Dê aştî, wekhevî û azadî bi têkoşîna jinan were vî welatî.”    Piştî daxuyaniyê jinan kartên amade kiribûn ji girtiyên jin re şandin.