Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê: Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye 2025-11-19 10:18:59 AMED - Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê Bulent Kaya diyar kir ku hewcehî pê heye di pêvajoyê de gavên pêbawer bên avêtin û got: “Em mecbûr in ku bi hev re Tirkiyeyeke demokrasî, azadî û hiqûq ji bo her kesî heye ava bikin.”    Nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd didomin. Serokê Koma Yenî Yolê û Serokwekîlê Koma Meclisê ya Partiya Saadetê Bulent Kaya, têkildarî geşedanên heyî ji ajansan me re axivî.    Kaya, anî ziman ku ew qîmetê dide nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Girîng e ku pirsgirêk li ser zemîna Meclisê tê axaftin. Komîsyon jî bi vê mebestê hat avakirin. Hema hema li hemû derdorên civakî guhdarî kir. Ev jî nîşaneya azadiya fikr û xweîafedekirinê ye. Nêrînên herî dijber jî derfet dît ku li dora heman maseyê nîqaş bikin. Li gorî min ji hêla çareseriyeke demokratîk ve ev girîng e. Komîsyonê kir ku mesele li ser zemîneke demokratîk were nîqaşkirin.”    ‘MESELEYA ESASÎ DÊ NIHA WERE AXAFTIN’   Di berdewamê de Kaya da zanîn ku ji bo Tirkiye ji aştiya neyînî derbasî ya erênî bibe, girîng e ku çek neyên bikaranîn û got: “Lê divê sedemên esasî yên pirsgirêkê neyên paşguhkirin. Divê em weke ku ji bilî pevçûn û tundiyê tu pirsgirêkên welat nebin tevnegerin. Jiholêrabûna çekan, ji bo zemîna siyasî û demokratîk pir girîng bû. Piştî pevçûn û tundî ji holê rabû, dê li ser demokrasiyê, newekhevî û pirsgirêkên din were axaftin. Meseleyên esasî dê hêj nû bên nîqaşkirin.”   'HEWCEYE GAVÊN BAWERIYÊN XURT DIKIN BÊN AVÊTIN’    Kaya, destnîşan kir ku di pêvajoyê de hinek bêbawerî heye û îktîdar rexne kir. Kaya, got: “Sedema vê bêbaweriyê jî sepanên îktîdarê ne. Li rexekê hevdîtinên aştiyê dike li rexa din li dijî CHP’ê operasyonên siyasî dike. Xwedîderneketina AKP’ê ya li pêvajoyê rê li ber vê vedike. Divê îktîdar û partiyên siyasî biisrar gavên baweriyê xurt dikin biavêjin.”   SERDANA KOMÎSYONÊ YA ÎMRALIYÊ   Têkildarî çûna Îmraliyê ya komîsyonê jî Kaya ev tişt anî ziman: “Beriya avakirina komîsyonê jî burokrasiya cemaweriyê û burokratên ewlehiyê hevdîtinên pêwîst dikir. Hevdîtinên şandeya Îmraliyê û burokrasiya ewlehiyê, her kes pê dizane. Car bi car bi raya giştî re jî peyam tên parvekirin. Komîsyonê li gelek derdoran guhdarî kir û mijara hevdîtina bi Ocalan re dema hat komîsyonê em ê nirxandinên pêwîst bikin.”    ‘PÊDIVÎ BI VERASTKIRINÊN ZAGONÎ HEYE’   Roja pêvajo destpêkirî heta niha îktîdar “aştiya” bêşert ji Tevgera Azadiyê ya Kurd daxwaz dike û daxwazên wê jî tune dihesibîne. Kaya, ev rewş rexne kir û got: “Divê mirov bi aşkerayî bibêje ku hin pêwîstiyên fesixkirin û tesfiyeyê hene. Yek ji van jî heke rêxistin bixwaze çekan berde, erka dewletê ye ku şertên wê ava bike. Di vê mijarê de ne girîng e ka rêxistin van şertan pêşkeş dike an na. Heta şertên tesfiyekirina şîrketekê jî hene. Kadro, çek, rêxistinên civaka sivîl û avadaniyên cuda yên rêxistineke 40 sal in têdikoşe hene. Ev tevek dê çawa tev li jiyana civakî bibin, ji bo van zagon pêwîst in. Ev mecbûriyeteke.”    DÊ LI SER VERASTKIRINÊN ZAGONÎ WERE AXAFTIN   Kaya, daxuyand ku pêdivî bi teserûfên îdarî û verastkirinên zagonî yên Meclis derdixe heye û got: “Ji bo cîbicîkirina van pêwîstiyan, em ber bi zemîneke rast ve diçin. Niha li dora 6 hezar kesan ên ji endamtî, rêveberî, sempatîzanî, alîkariya rêxistinê girtî hene. Gelek endamên rêxistinê yên li derve lê dozên wan didomin hene. Endamên wê yên çekdar, rêveberên wê yên payebilind û endamên wê yên li Ewropayê hene. Divê em li ser biaxivin ka ev kes dê çawa vegerin û tev li jiyana civakî bibin. Ev dê bi zagoneke mustakîl bibe yan bi verastkirina zagonan bibe. Tam jî em di wê pêvajoyê de ne ku komîsyon li ser van mijaran biaxive.”    ‘PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI DEMOKRASIYÊ HEYE’    Kaya, got: “Ji bo aştî civakî bibe divê partiyên siyasî vê daxwaz bikin, bikin rojev û bibiryar bişopînin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi yekitî, hevgirtin, xwişk-biratî û demokrasiyê heye. Muxalefet ji bo aştiyê çiqas zextê li îktîdarê bike, aştî dê ewqas civakî bibe. Di serî de siyasetmedar, divê her kes zimanê aştiyê bi kar bîne. Hewceye tevek jî di gotinên xwe de bi berpirsyarî tevbigerin.”    ‘DEMOKRASÎ, AZADÎ Û HIQÛQA JI BO HER KESÎ’    Herî dawî jî Kaya ev tişt anî ziman: “Ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were axaftin, divê pevçûn û tundî j jiyana civakî derkeve. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje pêvajo hêj nû dest pê dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û herêmê divê pêdiviya bi demokrasî, hiqûq û edaletê her tim di rojevê de bê giritn. Bi vê yekê re Kurd û hemû derdorên di vê pêvajoyê de mexdûr bûne bigihijin maf û azadiyên xwe. Em mecbûr in ku Tirkiyeyeke demokrasî, azadî û hiqûq ji bo her kesî bi hev re ava bikin.”